Hêzên YPG/YPJ'ê Nexweşxaneya Vatan diparêzin

Li taxa Wîran a Hesekê, çeteyên DAIŞ'ê ketin hundirê Malên Sor. Li herêmê şer dewam dike. Hêzên YPG/YPJ'ê jî Taxa Ezîze û Nexweşxaneya Vatan diparêzin.

Li taxa Wîran a Hesekê, çeteyên DAIŞ'ê ketin hundirê Malên Sor. Li herêmê şer dewam dike. Hêzên YPG/YPJ'ê jî Taxa Ezîze û Nexweşxaneya Vatan diparêzin.

Li Hesekê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Taxa Wîran a di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyeyê de ye, kirin. Şerê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên rejîmê de dewam dike. Hêzên YPG/YPJ'ê jî Taxa Ezîze û Nexweşxaneya Vatan diparêzin.

Nûçegihanê me yê li Hesekê ragihand ku balafirên şer ên Sûriyeyê herêma şer lê diqewime bombebaran kirine û li herêmê gelek hawan hatiye teqandin. Hat ragihandin ku di şer de gelek leşkerên rejîmê birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, sivîlan dest bi valakirina bajêr kirine.

...