Çîrokek berxwedanê: Berxbatan

Yekîneyên Xweparastinê yên bi pêşengiya YPG'ê li hemû gundên Kobanê hatine avakirin, li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa nîşan didan. Ez jî hingî çûbûm gundê Berxbatan. Şervanên YPG/YPJ'ê ji vî gundî re digotin Berxwedan.

Li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên par di meha Tîrmehê de li dijî Kobanê ji sê baskan ve dest bi êrîşê kirin, li gundan berxwedaneke mezin dihat nîşandan. Yekîneyên Xweparastinê yên bi pêşengiya YPG'ê li hemû gundan hatin avakirin, li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa nîşan didan. Ez jî hingî çûbûm gundê Berxbatan. Şervanên YPG/YPJ'ê ji vî gundî re digotin Berxwedan. Dema min pirsî, ji min re gotibûn ku navê vî gundê Berxbatan e, lê ji ber berxwedana xwe ya mezin a berî û piştî şoreşê, wan ev nav li gund kirine.

JI DEMA OSMANÎ HETA ROJA ÎRO

Gundê Berxwedan ê ku 20 kîlometre li başûrê Kobanê ye, bi salan rastî zextên rejîma Baasê rast hat. Extiyarekî gund bi gotina "Me ji Osmaniyan heta niha serî li ber zilmê dananiye", dema rejîmê vedibêje. Heman piştî destpêkirina têkoşîna azadiyê li Bakurê Kurdistanê, gelek keç û xortên vî gundî tevlî refên azadiyê bûn û berê xwe dan çiyê.

TEVÎ ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ BÛN

Gundê Berxwedan ê di têkoşîna azadiyê de gelek şehîd daye, şoreşa 19'ê Tîrmehê jî bi coşeke mezin pêşwazî kiriye û bi vîneke mezin tevlî şoreşê bûye. Dema êrîşên li hemberî şoreşê destpê kirin, piraniya gundiyên li xeta başûr xwestine gundê xwe biterikînin, lê gundiyên Berxwedanê li gorî kevneşopiya xwe ya berxwedanê qet nehatiye bîra wan ku gundê xwe biterikînin. Yekser sîstema xweparastinê ava kirine û li cem şervanên YPG/YPJ'ê bi lehengî şer kirine. Ev helwesta gund çend roj piştre ji gundên li derdorê re jî bûye mînak û berxwedan li tevahiya xeta başûr belav bûye.

GUNDÊ DOÇKAVAN XABÛR

Yek ji şervanên YPG'ê doçkavan Xabûr, ku di pêla êrîşên di Tîrmeha 2014'an de bû yek ji sembolan, ji gundê Berxbatan bû. Piştî ku Xabûr ê YPG'yî şehîd ket, xwişka mezin a Xabûr ji me re gotibû ku wê bi saetan li girê li başûrê gund ê navê birayê wê lê hatiye kirin, temaşe kiriye.

Dema êrîşa herî berfireh a li hemberî Kobanê di Îlona 2014'an de destpê kir, yên li refên herî pêş li ber xwe dan dîsa gundiyên Berxwedan in. Lê belê ji ber hêza ji çekên giran a barbarên DAIŞ'ê, li ser daxwaza YPG'ê gund hat valakirin. Gelek ciwanên ji gundê Berxwedan, di nava berxwedana Kobanê de tevlî karwanê nemiran bûn.

WEKE NAVÊ XWE LI BER XWE DA

Piştî ku Kobanê azad bû, gundiyên Berxwedan li gundê xwe vegeriyan. Lê belê duh serê sibehê, li komkujiyeke welê rast hatin, ku dîrokê tiştekî wiha nedîtibû. Piştî êrîşa bi desteka dewleta Tirk ji deriyê sînor ê Mûrşîtpinarê destpê kir, çeteyên DAIŞ'ê yên xwe berdan nava gelek nuqteyên bajêr, bi dehan jin û zarok qetil kirin. Di heman demê de li gundê Berxwedanê jî heman qirkirin hebû. Jin û zarokên di xew debûn, li wehşetê rast hatin. Li gundê Berxwedan 28 kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Gundê Berxwedan ê ku di tevahiya herikîna dîrokê de li hemberî zilmê li ber xwe da û di oxira azadiyê de keç û xortên xwe kir cangorî, bê guman wê li hemberî vê komkujiyê jî bi berxwedêrî û bi dilsoziya bi şehîdên xwe re wê serbilind be.