120 welatiyên Kobanê spartin axê
Ji welatiyên ku di êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin, cenazeyên 120 kesan hatin definkirin.

Ji 152 welatiyên ku di êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de jiyana xwe ji dest dane cenazeyên 120 kesan spartin axê. Cenazeyên şehîdan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan, xizmên welatiyên ku hatine qetilkirin û şêniyên bajar ve li goristana rojavayê bajar û gundê Helincê hatin definkirin.
Ji qurbaniyên komkujiyê cenazeyên 72’yan li goristan li rojavayê bajar ku di dema berxwedana dîrokî ya Kobanê de hatibû avakirin û welatiyên di berxwedanê jiyana xwe ji dest dane lê hatine veşartin, cenazeyên 48 kesan jî li gundê Helincê yê li rojhilatê bajar spartin axê.