Ji bo Zeynep Celaliyan li Hambûrgê çalakî hat lidarxistin

Li Hambûrgê ji bo Zeynep Celaliyan li ber Konsolosxaneya Îranê mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiya ku hat xwestin Celaliyan serbest bê berdan de, banga tevlîbûna li çalakiya roja Şemiyê ya şermezarkirina DAIŞ'ê hat kirin.

Li Hambûrgê ji bo Zeynep Celaliyan li ber Konsolosxaneya Îranê mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiya ku hat xwestin Celaliyan serbest bê berdan de, banga tevlîbûna li çalakiya roja Şemiyê ya şermezarkirina DAIŞ'ê hat kirin.

Li ber Konsolosxaneya Îranê ya li bajarê Elmanya Hambûrgê, ji bo azadiya aktîvîsta jina Kurd Zeynep Celaliyan, ku bi hinceta xebatên PJAK'ê meşandiye ji sala 2008'an û vir ve li zîndanên Îranê tê ragirtin, mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat organîzekirin de, di şexsê Celaliyan de hat xwestin ku hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

ÎMZE WERNEGIRTIN

Di çarçoveya kampanya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ ya bi dirûşma "26/6 Free Zeynep Celaliyan!" de li Hambûrgê di nava hefteyekê de 800 îmze hatin komkirin. Pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn xwestin van îmzeyan radestî Serkonsolosê Îranê Abbas Badakhshan Zohoûrî bikin, lê belê ji aliyê wezîfedarên ewlekariyê ve li ber derî hatin sekinandin. Piştre rayedar hatin ber derî, wergirtina îmzeyan red kir û diyar kir ku ew ê di hefteya pêş de randevûyê bidin.

Di axaftinên li mîtîngê de, bi weîleya 26'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Îşkenceyê ya Navneteweyî de, polîtîkaya zextê û hovîtiya rejîma Îranê hat protestokirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber îşkence û şert û mercên nebaş ên ragirtinê Celaliyan bi xeteriya korbûnê re rû bi rû ye û hat xwestin ku Celaliyan tavilê bê berdan tedawîkirin.

ROJA ŞEMIYÊ WÊ LANET LI DAIŞ'Ê BÊ ANÎN

Di mîtîngê de ji bo şermezarkirina çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, bang hat kirin ku roja Şemiyê saet di 14:30 de li Hachmannplatz a Hambûrgê beşdarî li meşa protestoyî were kirin.