KCK: Hesabê komkujiyê wê mutleq bê pirsîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Bila hemû gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê zanibin, ku keç û xortên fedaî yên gelê me yên ji bo azadiyê têdikoş in, wê mutleq hesabê vê komkujiyê bipirsin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Bila hemû gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê zanibin, ku keç û xortên fedaî yên gelê me yên ji bo azadiyê têdikoş in, wê mutleq hesabê vê komkujiyê bipirsin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di sibeha 25'ê Hezîranê de, 50-60 çeteyên faşîst ên ji sînorê Tirkiyeyê û ji aliyê başûrrojava bi du baskan xwe berdan nava Kobanê, bi dehan mirovên sivîl qetil kirin, bi dehan mirov birîndar kirin. Çeteyên faşîst ên li hemberî YPG û YPJ'ê her têk diçin, di meha pîroz a Remezanê de bi qetilkirina gelê sivîl ê Kobanê re xwestine rovanşa vê têkoşîna xwe werbigirin. Ev êrîş nîşan didin bê çeteyên faşîst çiqasî tengav bûne. Ev çeteyên li dijî mirovahiyê yên êrîşî gelê sivîl dikin, gelê sivîl rehîn digirin, wê hesabê van êrîşan mutleq bidin."

KCK'ê mirovên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî, mînetdarî û bi rehmetê bibîr anî, ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest. KCK'ê got, "Ev hemû êrîşên li hemberî gelê me tên kirin, wê nikaribin pêşî li azadbûna Kurdistanê bi taybetî jî Rojava û Sûriyeyê bigirin. Wê nikaribin pêşî li demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn bigirin. Gelê Kurdistanê yê di jiyana azad de bi biryar e, wê bi xwe re tevahiya Rojhilata Navîn demokratîk û azad bike."

'DEWLETA TIRK Û HIKÛMETA AKP'Ê BERPIRSYAR IN'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku ji êrîşên li hemberî Kobanê, hemû dewlet û hêzên siyasî yên destekê didin DAIŞ'ê berpirsyar in û got, "Di serî de dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê berpirsyar in. Yên van êrîşan teşwîq dikin û normal nîşan didin, yên dibêjin 'PYD ji DAIŞ'ê xeteretir e'. Wekhevnîşandana YPG/YPJ a gelê xwe diparêze û çeteyeke faşîst a êrîşî her kesê ne ji xwe dike, karaktera dewleta Tirk û asta dijminatiya li Şoreşa Rojava nîşan dide. Di rewşeke ku hînê gotina 'PYD ji DAIŞ'ê xeteretir e' di hişê mirovan de ye de, veşartina hêzên li pişt van êrîşan, ne pêkane.

Çeteyên faşîst ji du aliyan ketine bajar. Yek ji van li rojhilatê Kobanê ji sînorê Tirkiyeyê hatiye kirin. Ev jî kampên çeteyan yên aliyên Kaniya Xezalan nîşan didin. Hemû cîhan dizane ku li Kaniya Xezalan çete bi rêxistinên îstîxbarata dewleta Tirk re leşker û polîsan re di nav hev de ne. Dewleta Tirk a li Kaniya Xezalan bi çeteyan re di nava hev de ye, dibêje ‘ti eleqeya me bi çeteyên ji sînor derbas bûne tine’ ev dereweke mezine û înkarkirina hevkariya sûc e. Dewleta Tirk heta nîha kîjan têkilî û desteka xwe ya bi DAIŞ’ê re aşkera kiriye ku wê niha vê bike! Divê ti kes nekeve nava bendewariyan ku dewleta Tirk têkiliya xwe ya bi DAIŞ’ê re, hevkariya xwe ya sûc îtîraf bike. Dewleta Tirk duh çawa înkar kir, wê niha jî înkara xwe bidomîne.

Dewleta Tirk bi qasî ku bêje, ‘PYD bi qasî DAIŞ’ê bi xetere’ bêperwa bûye û heta ku dewleta Tirk dijminahiya li dijî şoreşa Rojava bernede, wê bi rêxistinên dijminê mirovahiyê yên weke DAIŞ, El Nusra û yên din re bikeve nava hevkariyê û hevkariya sûc bike. Em pir baş dizanin ku dewleta Tirk li dijî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, bi her cureyê hêzên dijminê Kurdan re dikeve nava hevkariyê. Heta ku pisgirêka Kurd çareser neke wê ev têkiliyên bi vî rengî berdewam bikin. Heta niha bi her kesên ku dijminahiya Tevgera Azadiya Kurd dike re têkiliyên xwe ava kirine û îro jî bi dijminên Şoreşa Rojava re berdewam dike. J ber vê yekê  gotina wan a ‘Ti eleqeya me bi kesên êrîşên Kobanê re dikin tine’ jî  tê wataeya ku hevkariya xwe ya sûc veşêrin. Li hemû cîhanê gotine ku têkiliya me bi DAIŞ’ê re tine. Lê têkiliya xwe jî ti carî nebirîne. Ev derew ne tenê ji gelê Kurd û Tirkiyeyê re, ji hemû mutefîkên nêzî qada navneteweyî re gotine û berdewam jî dikin.

DEWLETA TIRK JI HEVKARIYA SÛC NEKARE BIREVE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de got:

“Ji van êrîşan dewleta Tirk a bi salane bi DAIŞ’ê re di nava têkiliyê de ne, berpirse. Dewleta Tirk sînorên Tirkiyeyê kirin bihûşta DAIŞ’ê. Ji ber vê jî dewleta Tirk nekare ji hevkariya sûcê komkujiya li Kobanê xwe rizgar bike.  Wê hem têkiliyên wan bi DAIŞ’ê re hebe û hem jî  bêje têkiliya me bi komkujiya ku li Kobanê pêk hatiye tine.  Bi tenê xwe dixapînin. Divê AKP û Erdogan dest ji van pêkanînan berdin, dest ji dijminahiya li dijî şoreşa Rojava berdin.

DESTÊ ME WÊ DI STÛYÊ BERPIRSAN DE BE

Heta dest ji dijminahiya Şoreşa Rojava neyê berdan, Kurdên her çar parçeyê Kurdistanê wê vê hevkariya sûc a dewleta Tirk, polîtîkaya dijminahiya Kurd a hikûmeta AKP’ê û gotinên wan ji bîr neke. Destê gelê me wê her tim di stûyê berpirsan de be.

DIVÊ HER KES BERTEKA XWE YA DEMOKRATÎK NÎŞAN BIDE

Divê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bi gotinên Erdogan, AKP’ê û çapemeniya alîgir bawer neke. Divê bertekên xwe yên demokratîk li dijî komkujiya Kobanê nîşan bidin. Divê hevkariya sûc a hikûmeta AKP’ê ya di van êrîşan de protesto bike.

HESABÊ VÊ KOMKUJIYÊ WÊ BÊ PIRSÎN

Bila hemû gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê zanibin, ku keç û xortên fedaî yên gelê me yên ji bo azadiyê têdikoş in, wê mutleq hesabê vê komkujiyê bipirsin. Ti kes wê nekaribe îradeya jiyana demokratîk û azad a gelê me bişikîne. Şoreşgerên Rojava jî bi têkoşîna xwe ya destanî wê Kurdistanê azad bikin û Sûriyeyê demokratîk bikin. Wê bersiva herî baş bidin çeteyên faşîzan û destekvanên wan. Bîranînên şehîdan wê bi jiyana azad û demokratîk bê tacîdarkirin.”