HDP'ê 'êrîşên DAIŞ'ê ji hikûmetê pirsî
HDP'ê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xist rojeva Meclîsê û pirs ji Serokwezîr Davûtoglû pirsî.
HDP'ê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xist rojeva Meclîsê û pirs ji Serokwezîr Davûtoglû pirsî.
HDP'ê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xist rojeva Meclîsê û pirs ji Serokwezîr Davûtoglû pirsî.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de pêşniyarpirsek pêşkêşî Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû kir.
Di sedema pêşniyarpirsê de hat ragihandin ku 2 êrîş li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê pêk hatine û hat gotin: "Agahî hene ku çeteyên DAIŞ'ê li gelek gundên Kobanê sivîl qetil kirine. Di van êrîşan de zêdeyî 100 mirovan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 200 kes birîndar bûn. Ev yek bi awayekî fermî hate aşkerakirin. Îdîa hene ku çeteyên DAIŞ’ê sînorê Tirkiyeyê bi kar anîne û êrîş kirine. Tê îdîakirin ku ji berê ve agahiya rayedaran ji van êrîşan heye û êrîş ji nedîtî ve hatine"
Ayhan ji Davûtoglû xwest bersiva van pirsan bide:
"Ajansa Anadolû çawa xwe gihandiye dîmenên êrîşa bombeya zindî ya saet di 04.30’an? Gelo dîmen ji aliyê nûçegihanên Ajansa Anadolûyê hatiye kişandin? An kamerayên ewlehiyê ne?
Eger dîmen ji aliyê nûçegihanên AA’yê ve hatibin kişandin nûçegihan saet di 04.30’an de çawa li sînor bûn, ev yek çawa dikare bê îzahkirin?
Bingeha daxuyaniya Walîtiya Rihayê ya êrîş ji aliyê Cerablûsê ve pêk hatiye ji ku tê? Ev agahî berê yan piştre hatiye girtin?
Beriya êrîşê di destê dewletê de têkîldarî êrîşeke bi vî rengî agahî hebû yan an, îstîxbaratek hebû? Eger hebû rayedaran bi meqamên têkîldar re ev yek parve kirin an na?
Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê ‘hêzên ewlehiyê’ ve hatine girtin hene yan na? Eger hebin çend kes in, ji bo van tiştekî hiqûqî hatiye kirin an na?
Ji bo ku careke din êrîşeke bi vî rengî pêk neyê li sînor wê tedbîrên çawa bên girtin, planake wisa heye? Ji bo vê yekê gelo ferman ji wezaretê hatiye dayîn yan na?
Li hemberî van êrîşên ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê pêk anî wê helwesta hikûmeta we çawa be?"