KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji CDK-F banga protestokirina êrîşên li hemberî Kobanê
CDK-F bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li hemberî Kobanê protesto kir û bang li Kurdistanî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyên dost ên li Fransayê kir ku çalakiyên protestoyî lidar bixin. -
Dîroka zindî ya 130 salî: Divê Kurd bibin yek
Mehmet Esen (Mihemedê Ersî) yê 130 salî ku di Yekemîn Şerê Cîhanê de, ji Botanê li dijî Îngîlîz, Rûs û Fransiyan beşdarî şer bûye, kêfxweşiya xwe ya ji ber qezencên Kurdan bidest xistine anî ziman. -
MUB: Serketin wê ya gelan be
MUB’ê diyar kir ku têkoşîna gelên Mezopotamya û Anatoliyayê ya ji bo avakirina jiyaneke nû, bi awayekî serketî bi pêş ve diçe û planên hêzên paşverû jî pûç dibin, lewma êrîşên hovane zêde dibin. -
Êrîşên li dijî Kobanê wê îro û sibe li Elmanyayê were protestokirin
Li gelek navendên Elmanyayê, wê îro û sibe êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê bi çalakiyan bên protestokirin. -
Êrîşa çeteyan li gelek navendan hat protestokirin
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, li gelek navendên Ewropayê bi awayekî girseyî hat protestokirin. -
'Ne ji aliyê Tirkiyeyê be êrîşek li hemberî deriyê sînor nepêkane'
Hemû agahî û daneyên li ser êrîşa duh a hovane ku di encamê de bi dehan sivîlên Kobanê jiyana xwe ji dest dan, nîşan didin ku navenda êrîşê Tirkiye ye. -
Polîsan li Geverê êrîş bir ser ciwanên çeteyên DAIŞ şermezar kirin
Li navçeya Gever a Colemêrgê endamên YDG-H’ê yên êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî êrîşa polîsan pevçûnan rû da. -
3 Çete bi saxî hatin girtin, pevçûn didomin
Şervanên YPG/YPJ li hember çeteyên bi dizî ketibûn Kobanê operasyon dabûn destpê kirin, li bajêr nuqteyên ku çeteyên DAIŞ’ê lê diman kirin kontrola xwe. -
Tevgera AZADÎ: Em êrîşa li hember Kobanê şermezar dikin
Tevgera AZADÎ ya êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya vê sibehê li hember Kobanê şermezar kir got, “Em banga bilez a tifaqa neteweyî, yekîtî, piştevanî û alîkariya Rojava dikin.” -
Encu: Pêwîst e NY Tirkiye bixe lîsteya dewletên alîkariyê dide terorê
Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu di çalakiya edaletê ya malbatên Roboskî ya hefteya 182’yemîn de diyar kir ji êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê hat kirin hikûmeta AKP berpirsyar e. -
5 Cenazeyên şervanên YPG/YPJ ê anîn Silopiyayê
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê û yek jê yê şervanê MLKP'ê yên li Rojava di pevçûnan de jiyana xwe ji des dan anîn Silopiyayê. -
Çeteyan bi wesayîta bombebarkirî êrîşî Girtîgeha Hesekê kirin!
Çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî girtîgeha navendî ya Hesekê kirin. Di encama teqînê de kuştî û birîndar çêbûne. Piştî teqînê çeteyan êrîş kirin û şer derket. -
Asansor ket: 7 karker birîndar bûn
Li Şirnexê di encama ketina asansora karkeran a li înşaeta Zanîngeha Şirnexê de 7 karker birîndar bûn. -
TEV-DEM: Tirkiye li pişt êrîşa Kobanê ye
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê ku bi alîkariya Tirkiyeyê pêk hatiye îspateke din a têkiliya Tirkiyeyê û DAIŞ’ê ye û got ku ev plan bi armanca rawestandina pêla vegera welatiyên Kobanê, pêk hatiye. -
DBP’ê êrîşên li hember Kobanê şermezar kir
Navenda Giştî ya DBP’ê, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê şermezar kir. -
Li gelek navendên Elmanyayê îro çalakiyên protestoyî tên lidarxistin - HAT NÛKIRIN
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê ya di ser Tirkiyeyê re, îro wê li gelek navendên Elmanyayê were protestokirin. -
Li Agiriyê bi şîdeta 3.5 pileyî erd hejiya
Li Agiriyê bi şîdeta 3.5 pileyî erd hejiya. Hat ragihandin ku navenda erdhejê gundê Aktarla yê navçeya Bazîdê ye. -
'Bi xwedîderketinê re divê em êrîşan pûç bikin'
Federasyona Ciwanan a Demokratîk got, "Çawa ku gelê me bi xwedîderketin û têkoşîna bi heybet re dorpêçiya Kobanê şikand û çeteyên DAIŞ'ê têk bir, divê em bi heman xwedîderketin û têkoşînê re van êrîşan pûç bikin." -
YPG: Li Kobanê 30 çete hatin kuştin, operasyon dewam dike
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê li hemberî navenda bajarê Kobanê û başûrê bajêr êrîşên hemwext lidar xistin û li ser bersiva hêzên YPG/YPJ'ê herî kêm 30 çete hatine kuştin. -
Cenazeyên 6 Şervanên YPG/YPJ’ê derbasî Başûrê Kurdistanê kirin
Bi sedan welatiyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 5 şervanên YPG’ê û YPJ’ê yek ji wan şevanekî MLKP’ê bi merasîmekê di deriyê sînorê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê kirin. -
KCD'ê bang li gel kir: Em li dijî hovîtiya DAIŞ'ê bisekinin
KCD'ê der barê êrîşên DAIŞ'ê de daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser rola dewleta Tirk a di êrîşan de. Hevseroka KCD'ê Irmak banga çalakiyan li gel kir. -
Ozsokmenler nûçeya ANF'ê ya li ser şîdetê xist rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Ozsokmenler, nûçeya ANF'ê ya li ser şîdeta polîsan a li Wanê, xist rojeva Meclîsê. -
NAV-DEM: Divê gelê me êrîşan şermezar bike
NAV-DEM'ê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kir û got, "Mîna duh divê îro jî, gelê me êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi desteka Tirkiyeyê li hemberî Kobanê û şoreşa Rojava protesto û teşhîr bike." -
Çeteyan bi unîformayên leşkerên Tirk êrîş kirin
Derket holê ku çeteyên DAIŞ’ê yên ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar û Kaniya Kurdan li hember Kobanê êrîş pêk anîn unîformayên leşkerên Tirk li xwe kirine û weke wan traş bûne. -
"Em ê bi xwîna şehîdan hemû hêzên terorîst têk bibin"
Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl ên li bajarên Kobanê û Hesekê bi tundî şermezar kir û got: "Em ê bi xwîna şehîdan hemû hêzên terorîst û tarî têk bibin."