3 Çete bi saxî hatin girtin, pevçûn didomin

Şervanên YPG/YPJ li hember çeteyên bi dizî ketibûn Kobanê operasyon dabûn destpê kirin, li bajêr nuqteyên ku çeteyên DAIŞ’ê lê diman kirin kontrola xwe.

Şervanên YPG/YPJ li hember çeteyên bi dizî ketibûn Kobanê operasyon dabûn destpê kirin, li bajêr nuqteyên ku çeteyên DAIŞ’ê lê diman kirin kontrola xwe. Li hember çeteyên ku di dibistaneke nêzî avahiya hikûmetê jî operasyon hîn didomin. Hat diyarkirin ku 3 çete bi saxî hatine girtin.

Di navbera çeteyên di dibistana amadeyî ya li navenda bajêr de hatine dorpêçkirin û şervanan de pevçûn hene. Hat ragihandin ku li nuqteyeke din jî çete hatine asê kirin. Ji derveyî van nuqteyan bajar bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Li aliyê din jî hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ’ê 3 çeteyên DAIŞ’ê bi saxî girtine.

Çavkaniyên herêmî jî îdîakirin ku çeteyên sax hatine girtin hemwelatiyên Tirkiyeyê ne.

Her wiha hat ragihandin ku di dibistanê de pir birîndarên çeteyên DAIŞ’ê hene û paqijkirina çeteyan ji vir kêm maye.