5 Cenazeyên şervanên YPG/YPJ ê anîn Silopiyayê
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê û yek jê yê şervanê MLKP'ê yên li Rojava di pevçûnan de jiyana xwe ji des dan anîn Silopiyayê.
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê û yek jê yê şervanê MLKP'ê yên li Rojava di pevçûnan de jiyana xwe ji des dan anîn Silopiyayê.
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê û yek jê yê şervanê MLKP'ê yên li Rojava di pevçûnan de jiyana xwe ji des dan anîn Silopiyayê.
Cenazeyên şervana YPJ'ê Arîfe Unvar (Hêlîn Bagok), Şervanê YPG'ê Esîr Zan (Berxwedan Hezex), Şervana YPJ'ê Aysel Engîn (Gulan Hekarî) Şervanê YPG'ê Tayfur Karay (Hogir Civyan) û Şervanê MLKP'ê Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş) ên li Rojava di pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbat û nûnerên MEYA-DER’ê ve ji Deriyê Sînor ê Sêmalka hatin wergirtin û di ser başûrê Kurdistanê re anîn Deriyê Sînor ê Xabûrê. Piştî kar û barên fermî yên li deriyê sînor li gel parlamentera HDP'ê ya Şirnexê, hevşaredarên herêma Şirnex, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê yên herêmê, nûnerên saziyên civaka sivîl û bisedan welatiyan li ber deriyê sînor bi çepik, tilîlî û diruşmeya,"Şehîd namirin" cenazeyên her 5 şervanan pêşwazî kirin.
Piştî pêşwazîkirina gel cenazeyên her 5 şervanan li gel kerwanek ji gelek wesayîtan pêk tê ber bi navenda bajêr ve bi rê ketin. Di rê de ajokarên kamyon û TIR'an bi qorneyan û nîşaneyên serkeftinê kerwanê şervanên YPG/YPJ û MLKP'ê pêşwazîkirin. Dîsa li bajaroka Tilqebîn-Wehsit û taxa Avaşîn bi sedan welatî derketin ser Rêya Îpekê û bi çepikan kerwanê cenazeyan pêşwazî kirin.
Piştî ku kerwanê cenazeyên her 5 şervanan gihişt navanda bajêr gelek welatî derketin kolan û balkonên xaniyan û heya nexweşxaneyê bi kerwanê cenazeyan re meşiyan. Piştî cenazeyên her 5 şervanan gehişt Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê jinan cenazeyên şervanên YPJ'ê û ciwanan jî cenazeyên şervanên YPG û MLKP'ê hildan ser milê xwe û di nav çepik û diruşmên, "Ey şehîd rêya te rêya me ye" û "Şehîd namirin" birin cihê ku otopsî lê were kirin.
Piştî pêşotopsiya ji aliyê Dozgeriya Silopiyayê ve were kirin. Wê otopsî ji aliyê heyeta ji Tipa Edlî ya Stenbolê pêk bê.
Hat hînbûn ku piştî otopsiya li vir wê cenazeyê şervana YPJ'ê Unvar li Mêrdîn, cenazeyê şervanê YPG'ê Zan li Hezexê, cenazeyê şervana YPJ'ê Engîn li Colemêrgê, cenazeyê şervanê YPG'ê Karay li Gever û şervanê MLKP'ê Aksakal li Antakyayê bên definkirin.