Dîroka zindî ya 130 salî: Divê Kurd bibin yek
Mehmet Esen (Mihemedê Ersî) yê 130 salî ku di Yekemîn Şerê Cîhanê de, ji Botanê li dijî Îngîlîz, Rûs û Fransiyan beşdarî şer bûye, kêfxweşiya xwe ya ji ber qezencên Kurdan bidest xistine anî ziman.
Mehmet Esen (Mihemedê Ersî) yê 130 salî ku di Yekemîn Şerê Cîhanê de, ji Botanê li dijî Îngîlîz, Rûs û Fransiyan beşdarî şer bûye, kêfxweşiya xwe ya ji ber qezencên Kurdan bidest xistine anî ziman.
Mehmet Esen (Mihemedê Ersî) yê 130 salî ku di Yekemîn Şerê Cîhanê de, ji Botanê li dijî Îngîlîz, Rûs û Fransiyan beşdarî şer bûye, kêfxweşiya xwe ya ji ber qezencên Kurdan bidest xistine anî ziman. Mehmet Esen got: “Ev 100 sale Kurd serî hil didin. Lê serhildana wan her tim bi xwîn û êşê tê çewisandin. Vê carê Abdullah Ocalan bi ser ket. Hemû qezenc bi saya wî ne.”
Esen ê 130 salî, li gundê Êrs a Dihê ya Sêrtê dijî. Nêzî 400 neviyên wî hene, hinek zarokên wî jî ji ber extiyariyê mirine. Esen diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurd qezencên xwe yên Rojhilatê Navîn deyndarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got diyar kir ku wî di 1. Şerê Cihanê de cih girtiye, lê Kurd rastî îxaneta Îttîat-î Terakkiyan hatine. Esen ragihand ku piştî şerê parvekirinê li herêmên wekê Amed, Botan, Garzan û Serhedê, Kurdan berxwedaneke mezin nîşan dane û piştî şer jî rastî îxanetê hatine.
Esen diyar kir ku ji gelek serhildanên Kurdan re şahidî kiriye û ji ber vê jî hêviya wan a li hemberî têkoşîna çekdarî têk çibû û got: “Lê piştî têkoşîna çekdarî ya PKK’ê derket, kelecana min zêde bû. Ez di bin hêza Osmaniyan de beşdarî 1. Şerê Cîhanê bûm. Ez wê demê bûm şahidê dewleteke ku Sadra Azem Mahmut Şevket Paşa jî înfaz kirin. Hemû serhildanên Kurdan bi xwînê hatin çewisandin. Herî dawî min bihist ku PKK’ê bajarê Dihê ji leşkerên Tirk rizgar kiriye. Gundê me 4 km durî bajar bû. Ez li Rojava bi Cegerxwîn re hatim cem hev, ji min re wiha got; ‘di vê astê de hineke zehmet e ku Kurd bi çekê mafê xwe ji vê dewletê bigire.’ Ji ber ku têkoşînên çekdarî bi xwînê dihatin çewisandin. Ji ber vê ez gelek ber telebeyên Dihê dorpêç kiribûn, ketim. Min digot wê dewlet hemûyan berhev bike û qetil bike. 10 sal şûnde kurê min ez birim Dihê, got televîzyona Kurdan vebûye, di kanalê de bi Kurdî tê axaftin. Di vê navberê de dema min MEDTV dît rondikên min hatin xwarê. Rêber Apo bi zanabûna xwe em anîn vê rojê. Em bi saya Rêber Apo hatine vê rojê.”
Esen di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di 1. Şerê Cîhanê de qehremaniya Kurdan li Lozanê rastî îxanetê hat û wiha berdewam kir: “Hemû xaka Tirkiyeyê ketibû destê hêzên derve. Di 1. Şerê cîhanê de Kurd wek Alayên Hamidiyê di eniya şer de têdikoşiyan. Ji bilî wan hemû hêzên din têk çûn. Eger Kurd li Serhed, Garzan, Botan û Behdînanê tênekoşiyana, îro belkî Tirkiye di nexşerê de tinebûna. Fransa û Rûsyayê her der dagir kiribûn. Tevî evqas keda Kurdan, di peymana Lozanê de gotin ‘Kurd tine, hem hemû Tirk in.’ Berpirsyarê sereke yê vê îxanetê Îsmet Înonu ye.
Li dijî vê înkarê, biryara serhildanê hat girtin lê hinek eşîrên Kurd ên hevkar, biryar piştguh kirin. Serhildan jî di carekê de nebûn. Têkoşîna Şêx Saîd dest pê kir. Piştre Yakup Axa û Şêx Abdurrahman Medreseyî, Dihê girtin dest. Pîrezdîn Garisî jî Berwarî girt. Lê wê demê hemû eşîr di carekê de ranebûn ser piyan. Ger hemû rabûna wê serhildana Kurdan pêk bihata. Dema serhildan parçe parçe bû, hat çewisandin. Dewletê eşîrên ku serî hildan ji kokê qedandin. Yên man jî derxistin derveyê welat. Tişta ku Cegerxwîn dixwest bêje ev bû. Divê yekîtiya neteweyî derketiba holê. Şikur îro tiştên ku dewlet nekare bike, serkeftina Kurdan dike.”
Esen bi lêv kir ku ji ber Kurd mafên xwe dixwazin bi komkujiyên mezin yên dewletê re tên rû hev û wiha pê de çû: “Tevî ku em di rizgariya Tirkiyeyê de di eniyên şer de têkoşiyan, dewletê gundê me da ber agir. Ez bûm şahidê gelek serhildanan. Ez du caran bûm şahidê rizgariya Dihê. Herî dawî PKK’ê Dihê girt. Lê piştî girt yek kes nekuşt. Dewletê xwest êşa vê ji Kurdan derxîne. Gundên Kurdan wêran kirin. Gundên me dan ber agir. Ev welat me ava kir, ew jî tên malênme wêran dikin, dişewitînin.
Sedema komkujiyên ku ev 100 sale Kurd pê re tên rû hev, nebûna ‘Yekîtiya Neteweyî ye.’ Ger dema sînor xistin navbera Kurdan, yekîtiya me hebûya wê em îro ne di vê rewşê de bûna. Me îxanet li Tirkan nekir. Ji ber yekîtiya me Kurdan tinebû, em rastî komkujiyan hatin. Divê ji vir şûnde em yekîtiya xwe ava bikin. Êdî Kurd xwedî gotinin. Divê em yekitiya xwe pêk bînin.”