Cenazeyên 6 Şervanên YPG/YPJ’ê derbasî Başûrê Kurdistanê kirin
Bi sedan welatiyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 5 şervanên YPG’ê û YPJ’ê yek ji wan şevanekî MLKP’ê bi merasîmekê di deriyê sînorê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê kirin.
Bi sedan welatiyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 5 şervanên YPG’ê û YPJ’ê yek ji wan şevanekî MLKP’ê bi merasîmekê di deriyê sînorê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê kirin.
Bi sedan welatiyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 5 şervanên YPG’ê û YPJ’ê yek ji wan şevanekî MLKP’ê bi merasîmekê di deriyê sînorê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê kirin.
Bi armanca oxirkirina cenazeyên 4 şervanên YPG’ê û YPJ’ê “Aser Zan (Berxwedan Hêzax), Teyfor Karay (Hogir Civan), Erîfe Wenfar (Hêlîn Bagok) û Aysel Enkîn (Gulan Hekar) û şevanekî MLKP’ê Xelîl Aksakal (Mezlûm Ektaş” bi sedan welatiyên bajarê Dêrikê û Girkê Legê , deverên Berav û Koçeran li pêşiya nexweşxaneya bajarê Dêrikê kom bûn. Li vir merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de her wiha nasnameya şervanekî YPG’ê yê bi navê Qasim Bîngol (Baran Serhed) hat aşkerakirin.
Girseya gel ji vir piştî ku cenazeyên cangoriyên azadiyê wergirtin bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan deriyê sînorê Sêmalkan ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de. Welatiyan al û sembolên Kurdî rakirin û dirişmên dilsoziya bi şehîdan re qîriyan.
Li deriyê sînor merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate lidarxistin. piştre Fermandarê YPG’ê Hisên Çawîş der barê kiryarên dewleta Tirk de û derbaskirina wê ji çeteyên DAIŞ’ê re axivî. Çawîş her wiha bal kişand ser serketinên YPG’ê û YPJ’ê û rizgarkirina bajarê Girê Spî û bajaroka Eyn Îsa.
Çawîş got ku helwesta dewleta Tirk li dijî gelên Rojavayê Kurdistanê rûyê wê yê reş aşkera dike û got: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li ba gelên Rojava bi sînor nabe û di berxwedana Rojava de xwîna welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê ketiye nava hevdu. Ev yek jî israra gelê Kurd di serketinê de zêde dike û wê li tevayî Rojhilata Navîn wê belav bibe.”
Di merasîmê de her wiha endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hesen axivî û sersaxî ji malbatên her 6 cangoriyên rêya azadiyê re xwest.
Koçer di axaftina xwe de got ku gelê Kurd li kantonên Cizîrê û Kobanê destketiyên mezin bi destê xwe ve anîne û got yekbûna di navbera herdu kantonan de bi saya xwîna şehîdan pêk hatiye.
Li aliyekî din şervana MLKP’ê Viyan Isyan axivî û got ku ew wekî şervanên MLKP’ê soza xwe li ser rêya têkoşîna cangoriyên azadiyê dubare dikin û wê tola Mezlûm Aktaş heta dilopa xwîna xwe ya dawî hilînin.
Piştre şervanan cenazeyên şervanên azadiyê hildan ser milên xwe û derbasî Başûrê Kurdistanê kirin.
Tê payîn ku cenazeyên cangoriyan ji Başûrê Kurdîstanê jî derbasî Bakurê Kurdistanê werin kirin û li cihên jidayikbûnê bispêrin axê.