Ji CDK-F banga protestokirina êrîşên li hemberî Kobanê
CDK-F bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li hemberî Kobanê protesto kir û bang li Kurdistanî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyên dost ên li Fransayê kir ku çalakiyên protestoyî lidar bixin.

CDK-F diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re êrîşî Kobanê kirine û got, "Em bang li her sazî, kesayet û rêxistinbûyînên xwedî nirxên demokrasî û mirovahiyê yên li Fransayê dikin, ku di serî de Tirkiye hemû hêzên li pişt DAIŞ'ê teşhîr bikin û bi vê armancê nerazîbûna xwe ya demokratîk li kolanan nîşan bidin."
CDK-F da xuyakirin ku di dema êrîşên li hemberî Kobanê de hemû saziyên girseyî yên demokratîk û saziyên dost ên Fransayê bûn dengekî hevpar û got, "Di 1'ê Mijdarê de mîna li gelek nuqteyên cîhanê, bi bangên xwedîderketina li Kobanê re em daketin qadan. Bi gelek xwepêşandan, çalakî û kampanya re em bûn dengê Kobanê ya berxwedêr. Divê em îro jî bi heman hestyariyê dakevin qadên çalakiyê û mîna dirûşma 'Kobanê bide jiyîn û biparêze' em careke din ji bo parastina Kobanê biherikin qadan."
CDK-F diyar kir ku wê li gelek nuqteyên Fransayê di êvara roja Înê û dawiya hefteyê de çalakî bên lidarxistin, li Parîsê roja Înê saet di 18:00 de li Meydana Repûblîqûe çalakî pêk bê û bang li her kesên li Parîs û herêma Ile De France dijîn hat kirin ku beşdarî çalakiyan bibin.