"Em ê bi xwîna şehîdan hemû hêzên terorîst têk bibin"
Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl ên li bajarên Kobanê û Hesekê bi tundî şermezar kir û got: "Em ê bi xwîna şehîdan hemû hêzên terorîst û tarî têk bibin."

Hevserokatiya Kantona Cizîrê der barê êrîşên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê û hin çeteyên girêdayî rejîma Baasê li dijî welatiyên sivîl ên bajarên Kobanê û Hesekê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya Hevserokatiya Kantona Cizîrê wiha ye:
Piştî hêzên YPG’ê li rojavayê Kantona Cizîrê û bi taybet çiyayê Kizwanan, bajarê Girê Spî û bajarokê Eyn Îsa serketinên mezin bi dest xistin, tevahî cîhanê rastiya hêzên YPG’ê di parastina welatiyan û şikandina çeteyên DAIŞ’ê de nas kirin.
Evan hêzên tarî ji bo ku têkçûna xwe veşêrin, îro ji serê sibê ve êrîşên xwe li dijî welatiyên sivîl ên bajarê Hesekê û Kobanê pêk anîn. Çeteyan di van êrîşên xwe de aliyekî bajarê Hesekê bi dest xwe ve anîn û li bajarê Kobanê jî êrîşên xwekujî pêk anîn. Armanca çeteyan ji van êrîşan ew e ku piştî şervanên YPG’ê deverên berfireh ji gundewarê Reqayê bi dest xwe ve anîn, zexta şervanan li ser bajarê Reqayê bişkînin.
Em weke Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê van êrîşên çeteyan ên tirsonek bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku destên xwe bidin hev û li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe bidin û rê li ber tevliheviyê bigirin. Em ji her kesî dixwazin ku piştgiriya hêzên YPG’ê bikin. Her wiha em sersaxiya malbatên hemû şehîdên ku di encama van pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, dixwazin û şifayê ji birîndaran re dixwazin.
Em ê bi xwîna şehîdên xwe hemû hêzên terorîst û tarî ku hewl didin jiyana hevbeş li herêmê têk bibin, bişkînin. Em wekî hemû pêkhateyên herêmê bi Kurd, Ereb, Suryan û Asûr li ser felsefeya neteweya demokratîk pêşeroja xwe ya azad ji bo hemû gelên herêmê ava bikin."