Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê li hemberî navenda bajarê Kobanê û başûrê bajêr êrîşên hemwext lidar xistin û li ser bersiva hêzên YPG/YPJ'ê herî kêm 30 çete hatine kuştin. Navendê diyar kir ku operasyonên wan dewam dikin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê şer û pevçûnên dawî yên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku çeteyan danê vê sibehê li hemberî navenda bajarê Kobanê û başûrê bajêr êrîşên hemwext lidar xistine.
Navendê diyar kir ku danê sibehê saet di 04.40'an de komên çeteyan li deriyê sînor ê Mûrşîtpinarê maşînekî teqemenî barkirî teqandine û got, "Piştî vê teqandinê çeteyan li hember taxa Kaniya Kurdan, nexweşxaneya Rexistina Doktorên Sînornenas, taxa Botan û mizgefta Haci Reşat êrîş lidarxistin. Çeteyên ku cilên şervanên Artêşa Azad li xwe kiribûn, bê ser û ber gulê reşandin li ser gelê me yên sivîl ên ku zedetirê wan jin û zarok bûn û xwestin komkujiyê bikin."
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê destnîşan kir ku hêzên wan bi awayekî lez û bez xwe gihandine van qadan û ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Di van qadên ku navê van derbas dibe de di navbera hêzên me û komên çeteyan de şerekî dijwar qewimî. Hêzên me li her çar cihan komên çeteyan kirin dorpeçê û piraniya çeteyan jî kuştin. Dema ev pevçûn berdewam dikir, komên çeteyan maşînekî din a teqemenî barkirî li deriyê sînor a Mûrşîtpinarê teqandin. Operasyonên hêzên me yên li ser çeteyên di dorpeçê de berdewam dikin.
Komên çeteyan, li başûre Kobanê jî, saet di 05.30'an de bi awayekî hemwext li hember gundên Berxbatan û Zerik û girê Sevê êrîşek lidarxistin. Hêzên me li vê qadê jî bi ser çeteyan de girtin û piştî şerekî dijwar çete ji vê herêmê derxistin.
Li van qadên ku navê van derbas dibe de bi qasî hat zelalkirin heta niha derdora 30 çete hatine kuştin. Dema operasyonên hêzên me bi dawî bibe, der barê encaman de agahiyên zelal wê were parvekirin."
LI DERDORA BAJAROKÊ AYN ÎSA 2 GUND HATIN RIZGARKIRIN, 6 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyyaniya xwe de ragihand ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya li derdora bajarokê Ayn Îsa di roja 49. de bi operasyonan dewam dike û di vê der barê de ev agahî da:
"Şevê din hêzên me li ser rêya Ayn Îsa û Reqqa operasyonek lidar xistin. Di encama vê operasyonê de 2 gundên li ser ava Belix ji çeteyan hatine rizgarkirin. Hêzên me li vê qadê 6 çete tevî çek û cebilxaneyên li ser van, bi awayekî mirî bi dest xistin."