Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu di çalakiya edaletê ya malbatên Roboskî ya hefteya 182’yemîn de diyar kir ji êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê hat kirin hikûmeta AKP berpirsyar e.
Malbatên Roboskî ku 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî ya navçeya Qilebana Şirnexê encama bombebarana balafirên arteşa Tirk de 34 zarokan wan jiyana xweji dest dan çalakiya xwe ya edaletê ya hefteya 182’emîn de li ser gorên zarokên xwe didomandin. Malbatên Roboskî pankarta "Em dewletên alîkariyê dide çeteyên DAIŞ'ê naxwazin" ya rengê xwînê ser û "Rûyê Erdogan ê rast li vir e" daliqandin û dowîzên "Kujer nebe, aştî jî nîne" û "Li Roboskî komkuji berdewam dike" hatin hilgirtin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê û ji malbatên Roboskî Ferhat Encu ji beşdarî nobeta edaletê bû.
Li ser navê malbatên Roboskî Serokê Komaleya Roboskî-Der'ê Velî Encu daxuyanî da, got ku têkoşîna ji ber komkujiya Roboskî ya ku heya îro dane ketiye merhaleyeke nû. Encu diyar kir ku heta hikûmeta AKP'ê û berpirsyarên komkujiyê yên leşkerî neye darizandin wê têbikoşin û wiha axivî: "Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê di doza Komkujiya Roboskî de dadgeh û hiqûqê kiriye bin bandora xwe de. Her wiha ev kesên ji ber darizandina Komkujiya Roboskî bi çalakiyan alîkarî daye malbatên Roboskî hatiye girtin û binçavkirin. Ev polîtîkayên xwe hê didomînin. Li ser wan polîtîkayan Rojnamevan Ozgur Amed ê ji ber tevlîbuna çalakiya şermezarkirina komkujiya Roboskî hatîbû girtin em berxwedana Ozgur Amed silav dikin û azadiyê jêre dixwazin."
‘ÊN DIGOTIN KOBANÊ KET HA KET ALÎGIRÊN ÇETEYÊN DAIŞ'Ê YÊN HERÎ MEZIN IN'
Encu bal kişand li ser êrîşa bombeyi ya çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê û axaftina xwe wiha domand: "Wehşeta çeteyên DAIŞ'ê hê bi alikariyên hikûmeta AKP'ê berdewam dike. Em vê wehşetê û alîgirên van ên dibin sedema qetilkirina zarokan şermezar dikin. Ên destûrê didin çeteyên li ser sînoran serbest digerin berpirsyarê heman qetlîamê ne. Ên digotin 'PYD ji DAIŞ'ê xirabtir e', ên bi TIR'an çek dibirin ji çeteyan re û ev digotin 'Kobanê ket ha ket' alîgirên çeteyên DAIŞ'ê yên herî mezin in."
'DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ TIRKIYE BIXE NAVA DEWLETÊN ALÎKARÎ DIDE TERORÊ'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ji got ku ji êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê hikûmeta AKP berpirsyar e û wiha axivî: “Divê NeteweyênYekbûyî (NY) Tirkiyeyê bixe lîsteya dewletên alîkariyê dide terorê û ji bo ku êdî Tirkiye alikarî nede terorên wekî çeteyên DAIŞ'ê kiryarên giran bê peyikandin."
Malbatên Roboskê piştî axaftinan ji bo şermezarkirina alîkariya Tirkiyeyê ya dide çeteyên DAIŞ'ê 5 deqeçalakiya rûniştinê pêk anîn.