Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê ku bi alîkariya Tirkiyeyê pêk hatiye îspateke din a têkiliya Tirkiyeyê û DAIŞ’ê ye û got ku ev plan bi armanca rawestandina pêla vegera welatiyên Kobanê, pêk hatiye.
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. TEV-DEM’ê da zanîn ku êrîş bi alîkariya Tirkiyeyê û bi armanca ku pêla vegera koçberên Kobanê bidin rawestandin. TEV-DEM’ê bang li welatiyên Kobanê û gelê herêmê kir ku bi ruhê berxwedana Kobanê ya dîrokî vegerin û di xebatên avakirinê de cihê xwe bigirin.
Daxuyaniya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê wiha ye: ˮÎro di saetên sibê de bajarê Kobanê rastî êrîşeke dijwar a çeteyên DAIŞ’ê hat. Çeteyan li hember sîvîlan de komkujî pêk anîn. Di encamê de bi dehan welatiyên sîvîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Em wekî TEV-DEM’ê sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin û hêviya şifayê ji birîndarên xwe re dixwazin û em bê teredud girêdana xwe ya berxwedana û li dijî çeteyan destnîşan dikin û em tekez dikin ku em ê bi rihê berxwedana dîrokî ya Kobanê ku hatiye bidestxistin tevbigerin.
Ev komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê pêk aniye têkçûna wan a di pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ku bi destê hêzên YPG/YPJ’ê pêk hatiye nîşan dide. Çete kirîzê jiyan dikin, hemû raya giştî ya cîhanê behsa têkçûna wan û serketinên dîrokî yên gelê me dikin. Serketinên hatine bi dest xistin bandora kûr a stratejîk di hemû herêmê de heye. Ji ber vê yekê hêzên ku dijberiya gelên azad dikin dixwazin tola têkçûna xwe ji gelên herêmê û bi taybet gelê kurd hilînin. Ji destpêka rizgarkirina Girê Spî ve Deweleta Tirkiyê ket nava liv û tevgerê û di serî de Serokê Hikûmeta wan ku xwestin di navbera pêkhateyan herêmê ji kurd û ereban tevliheviyê derbixin. Di hemû saziyên xwe yên çepemniyê de hin kesên nijatperwst ên bi navê opozisyonê tevdigerin bi kar anîn û di riya wan re jehra siyaseta tunekirinê li dijî gelê kurd bidin meşandin. Ev êrîş bi awayekî plankirî ji aliyê Tirkiyê ku di riya çeteyan dixwaze hebûna gelê bi dawî bike. Ji ber vê yekê dixwazin tevliheviyê derbixin.
Careke din têkiliya Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞ’ê re îspat bû. Wan rê ji çeteyan re vekir ku di ser herêmên di bin destê leşkerên Tirk re derbasî Kobanê bûn. Çeteyan di deriyê Sînor ê Kobanê (Murşidpinar) re êrîş pêk anîn, ev yek hevkariya çeteyan û Tirkiyeyê zelal nîşan dide. Ev siyaseta Tirkiyeyê siyasetek pir xeter û dijminahiya bê sînor e. Ev êrîş û plan û êrîş me piçekî jî ji îradeya azad û demokratîk paşvenagerîne û wê bi ruhê berxwedana Rojava bersiva hemû zehmetiyan bê dayîn.
Ev êrîşên hovane yên li dijî sîvîlan û bi taybet piştî destketiyên dîrokî pê tê xwestin ku welatiyên herêmên rizgarkirî venegerin malên xwe û bi taybet şêniyên Kobanê. Bi destketiyên dawî re pêla vegera koçberan û kesên tevlî xebatên avakirinê û vegera jiyanê dibin zêde dibe. Ev a ku dijberên gelê Kurd nedixwestin. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin ku vegerin û tevlî xebatên avakirinê bibin, her wiha cihê xwe di berxwedana û parastina destkeftiyên Kobanê de bigirin. Emê tenê bi yekirina hêza xwe, karê dayîmî û rihê berxwedanê hemû plan û lîstikan li dijî gelê me têne meşandin vala derxin.