MUB: Serketin wê ya gelan be

MUB’ê diyar kir ku têkoşîna gelên Mezopotamya û Anatoliyayê ya ji bo avakirina jiyaneke nû, bi awayekî serketî bi pêş ve diçe û planên hêzên paşverû jî pûç dibin, lewma êrîşên hovane zêde dibin.

MUB’ê nerazîbûn nîşanê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê da û got: "Em komkujiyên namerdî yên li Kobanê û Hesekê pêk hatine lanet dikin û têkoşîna me li her qadê wê li dijî dijminên êrîşên nirx û rûmeta mirovahiyê dike, wê bidome. Serketin wê ya gelan be. Ji ber vê yekê jî em bang li hemû gelên Rojhlata Navîn û cîhanê dikin ku dest bidin hev û li dijî çete û hevkarên wan şer bikin."

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku têkoşîna gelên Mezopotamya û Anatoliyayê ya ji bo avakirina jiyaneke nû, bi awayekî serketî bi pêş ve diçe û planên hêzên paşverû jî pûç dibin, lewma êrîşên hovane zêde dibin.

MUB’ê da xuyakirin ku divê ji ber vê yekê gelên Rojhilata Navîn destê xwe bidin hev, berxwedaneke mezin a herî dîrokî nîşan bidin û pêşerojeke hevpar hedef bikin. MUB’ê wiha berdewam kir: "Di vê pêvajoyê de roleke dîrokî dikeve ser milê Suryanî-Asurî-Keldanî- Aramî. Ji ber gelê me wek gelên din ên bindest  şerê hebûnê didin meşandin û bi gelan re li hemû eniyan pêşengiya têkoşîna me dikin.

Di 7’ê Hezîranê de gelan serketinek mezin bidest xistin û Tirkiyeyê dawî li pergala serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê anî.  Di 15’ê Hezîranê de şervanên Azadiyê bajarê Girê Spî  ji çeteyê çavsor DAIŞ’ê rizgar kir, Kantonên Gozarto û Kobanê kirin ye. Di 7’ê Hezîranê de Erdogan û di 15’ê Hezîranê de jî Erdogan ji ber vê têkçûna giran, ji bo tala xwe bigirin, planên xwe yên komkujiyên yên ku berê kiribûn jiyanê û encam negirtibûn dîsa xistin dewrê. Erdogan serketina gelê Kurd yê Rojava hezm nekir û di 20’ê Hezîranê roja penaberên cîhanê de li Mîdyatê di axaftina xwe de zîhniyeta xwe teşhîr kiriye.  Li hemû cîhanê îlan kiriye ku wê desturê nede pêşketina gelên Sûriyeyê û desturê nedin têkçûna DAIŞ’ê. Em vê yekê bi komkujiyên di 25’ê Hezîranê de ya DAIŞ’ê li Kobanê û Hesekê pêk aniye, baştir fêm dikin.

Di 25’ê Hezîranê de DAIŞ’ê li Kobanê û Hesekê bi komkujiyên ku pêk anîn bi dehan sivîl qetilkirin û bi dehan birîndar bûn. Bi hezaran kes neçar man malên xwe terk bikin. Bila gumana ti kesî tinebe ku ew êrîşên çeteyê dest bixwîn wê têk neçin. Piştî azadkirina çiyayên Xabur û Abdul Azîz, serketinên Girê Spî û Ayn Îsa çete têk biriye û rêya îkmalê ya ji ser Kaniya Xezalan dihat jî hatiye girtin. Têkçûnên berên li Cezza, Til Hamis, Til Birat û Şengalê girtiye wê ji vir şûnde jî li Rakka, Cerablus û her cihê din bigire. Divê hêzên ku DAIŞ’ê wek piyon bikartînin baş bizanin ku wê mirovahî wan jî bi DAIŞ’ê re mahkum bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew êrîşên Kobanê û Hasekê lanet dikin û got têkoşîna wan wê li her qadê li dijî dijminên ku êrîşên rumet û nirxên mirovahiyê dikin, bidome û wiha hat gotin: “Serkeftin wê ya gelan be. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku dest bidin hev û li dijî çete û hevkarên wê şer bikin.”