KCD'ê bang li gel kir: Em li dijî hovîtiya DAIŞ'ê bisekinin

KCD'ê der barê êrîşên DAIŞ'ê de daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser rola dewleta Tirk a di êrîşan de. Hevseroka KCD'ê Irmak banga çalakiyan li gel kir.

KCD'ê der barê êrîşên DAIŞ'ê de daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser rola dewleta Tirk a di êrîşan de. Hevseroka KCD'ê Irmak got, "Mixabin 2 welatiyên birîndar ji ber ku li ser sînor hatin sekinandin, jiyana xwe ji dest dan. Pêwîste Tirkiye tavilê dest ji vê helwestê berde. Welatiyên ku DAIŞ'ê nekarî bikuje, gelo hûn dixwazin bikujin?" û banga lidarxistina çalakiyan li gel kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser komkujiya çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê ya li Kobanê, li ber avahiya saziyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, tevî rêveber û endamên KCD'ê amade bûn.

'JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE ÊRÎŞ KIRIN'

Hevseroka KCD'ê Irmak diyar kir ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Berxbotanê bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku ji birîndarên anîne Riha û Pirsûsê tê fêmkirin ku çeteyan bi segvanan gule berdane sivîlan.

Irmak da zanîn ku li vî gundî trajediyeke mirovahiyê rû daye û destnîşan kir ku ew êrîşê bi tundî şermezar dikin. Irmak got "Ez, mejiyê ku DAIŞ'ê xweş û bedew nîşan dide, mejiyê ku dibêje 'PYD ji DAIŞ'ê bêhtir xetere ye' şermezar dikim. Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, ji 3 baskan ve êrîş li hemberî Kobanê hatine kirin û yek ji van baskan jî Tirkiye ye. Di vê mijarê de em li bendê de dewlet daxuyaniyekê bide."

'OPERASYONA TOLHILDANÊ!'

Irmak diyar kir ku azadkirina Kobanê û Girê Spî hevsengiyên li herêmê guhertiye û got, "Bi DAIŞ'ê re hat xwestin, ku bi serkêşiya Tirkiyeyê hegemonyayek li herêmê bê avakirin. Hêzên YPG/YPJ bi meşa xwe ya ber bi dilê DAIŞ'ê Reqayê re ev hesab hemû pûç kirin. Em dizanin ku ev êrîş nerazîbûnek li xaka hatiye azadkirin e."

Irmak got, "Yên çeteyên DAIŞ'ê ji xwe re kirina paravan û maşin, ew ê bi hesabên xwe yên kirêt re tine bibin" û ev xal destnîşan kir: "Em li bendê bûn ku wê operasyoneke tolhildanê lidar bixistina. Lê belê me nizanîbû ev yek wê ji ku û bi çi rengî be. Ev operasyoneke tolhildanê ye."

'DIVÊ AKP DIJMINATIYA XWE YA LI KURDAN BITERIKÎNE'

Irmak anî ziman ku ji ber hemû saziyên fermî yên li bajêr bi gefê re rû bi rû ne, ji neçarî birîndar ber bi Tirkiyeyê ve hatin şandin û got, "Mixabin 2 welatiyên birîndar ji ber li ser sînor hatin sekinandin, jiyana xwe ji dest dan. Pêwîste Tirkiye tavilê vê helwesta xwe biterikîne. Welatiyên ku DAIŞ'ê nekarî bikuşta, gelo hûn dixwazin bikujin? Destûr nayê dayîn ku birîndar bikevin Nexweşxaneya Balikligol a Rihayê. Divê hikûmeta AKP'ê dijminatiya xwe ya li Kurdan biterikîne. Mixabin neterikandina vê dijminatiyê, zemîn ji êrîşên îro re amade kir."

BANGA ÇALAKIYAN LI GEL HAT KIRIN

Irmak bang li her kesî kir ku li hemberî vê komkujiyê nerazîbûnê nîşan bide û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku li her devera lê ye dengê xwe li dijî vê hovîtiyê bilind bike."