Federasyona Ciwanan a Demokratîk êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya di ser Tirkiyeyê re êrîşî Kobanê kirin, şermezar kir û got, "Çawa ku gelê me bi xwedîderketin û têkoşîna bi heybet re dorpêçiya Kobanê şikand û çeteyên DAIŞ'ê têk bir, divê em bi heman xwedîderketin û têkoşînê re van êrîşan pûç bikin."
Federasyona Ciwanan a Demokratîk daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên hewl dan Kobanê dagir bikin, şervanên YPG/YPJ'ê berxwedaneke bi heybet nîşan dane. Serhildanên mezin ên gel xwe dane der. Li cihê ku dihat gotin 'li ber ketinê ye' bi çalakiyeke serketinê re hemû hêzên dijmin hatin şikandin. Tevahiya Kobanê û gundên wê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Ev yek bûye serketina rastiya gelê berxwedêr. Bi vê serketinê re pêngava paqijkirina tevahiya Rojava ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye destpêkirin û di encamê de bajarê Girê Spî hatiye azadkirin. Çeteya DAIŞ'ê li Rojava bi xurtî têk çûye. Destekdarê herî mezin ê çeteyê DAIŞ'ê AKP jî di hilbijartinên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de derbek cidî xwariye û li pêşberî têkoşîna gelan têk çûye. Hem AKP hem jî rêxistinbûyîna noker a JÎTEM'ê DAIŞ, ji ber van têkoşînan bêhtir êrîşkar bûne û bi planên xayinî êrîşî gelê me kirine.
Êrîşa bombeyî ya li hemberî Kobanê êrîşeke bi tifaqa AKP û DAIŞ'ê hatiye kirin e. Bi destpêkirina êrîşeke din re dixwazin xwe ji têkçûnê rizgar bikin. Bi vê êrîşê re xwestine komkujiyê bînin serê gelê me yê li Kobanê. Ya ku nekarî bîne serê gelê Amedê, vê carê bi awayekî berfireh xwestin li Kobanê pêk bînin. Ev hemû nîşan dide ku AKP hewl dide biryara xwe ya şer a li hemberî gelê me bixe meriyetê.
Çawa ku gelê me bi xwedîderketin û têkoşîna bi heybet re dorpêçiya Kobanê şikand û çeteyên DAIŞ'ê têk bir, divê em bi heman xwedîderketin û têkoşînê re van êrîşan pûç bikin. Di serî de ciwanên welatparêz em ji gelê xwe re dibêjin 'Li Kobanê xwedî derkeve' û bang li Ciwanên Welatparêz û Demokratîk dikin ku li her qadê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û bi çalakiyên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin."