KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
Li Hesekê şer di roja 4. de ye
Şer û pevçûnên di navbera rejîm û çeteyên DAIŞ’ê de ket roja çaremin. Di êrîşa li hember taxa YPG/YPJ parastina wê dike de jî gelek çete hatin kuştin.
-
-
Rejîmê li Hesekê xwest gelan berde hev
Li bajarê Rojava Hesekê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê de 3 roj in şerekî dijwar heye. Rejîma Sûriyeyê bi taybet li Hesekê bi salan e polîtîkaya ku Ereb û Kurdan berde hev dimeşîne. Vê pêkanînê wek amûra pasîfkirina gelan jî bi kar tîne.
-
Agirî: Divê gelê me topyekûn rabin ser piyan
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) Leyla Agirî, komkujiya ku DAIŞ’ê di 25’ê Hezîranê de li Kobanê pêk anî nirxand û da zanîn ku hêzên ku serketina gelê Kurd hezm nakin komkujiyên wiha pêk tînin.
-
Li Mûnzûr raftîng
Yekemîn Mîhrîcana Mûnzûr a Neteweyî ya Raftîng û Meşên Xwezayê” ku bi dirûşma "Konê xwe bigire û were” tê lidarxistin di roja sêyemîn de bi raftînga li devera Kemerî Bel a li Çemê Mûnzûr dewam kir.
-
-
-
Meclîsa Zagonsaz bang li civaka navneteweyî kir
Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê bang li Meclîsa Ewlekariyê û Komeleya Giştî yên Neteweyên Yekbûyî, her wiha hemû parlamenterên cîhanê kir ku ji bo dawî li komkujî û koçberkirina welatiyên Rojava helwesta xwe nîşan bidin
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Civata Giştî ya KCD'ê destpê kir
Civata Giştî ya KCD'ê destpê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak got, "Ji bo aştiyeke mayînde divê Birêz Ocalan azad bibe. Ocalan nebe kes nikare li Tirkiyeyê aştiyê mayînde bike."
-
-
Kosret Resûl: Kobanê keleha serbilindahiya Kurdan e, nakeve
Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî komkujiya çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê li sivîlan kir, şermezar kir. Resûl got, "Berxwedana Kobanê nîşan daye ku gelê Kurd bi çi rengî berxwedêr e û serê xwe li ber ti hêzeke dagirker natewîne.
-
Bûrkan El Firat lêpirsîna navneteweyî xwest
Bûrkan El Firat, komkujiya DAIŞ'ê ya anî serê sivîlan lanet kir û bang li rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku lêpirsînê vekin. Bûrkan El Firat nerazîbûn nîşanî AKP'ê da û destnîşan kir ku wê têkoşîna wan dewam bike.
-
Kobanê bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin
Hêzên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên di 25'ê Hezîranê deli Kobanê komkujî kirin dest bi operasyonê kirin, bajar bi temamî ji çeteyan paqij kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê li gundên li başûrê bajêr operasyonên xwe dewam dikin.
-
-
-