Civata Giştî ya KCD'ê destpê kir

Civata Giştî ya KCD'ê destpê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak got, "Ji bo aştiyeke mayînde divê Birêz Ocalan azad bibe. Ocalan nebe kes nikare li Tirkiyeyê aştiyê mayînde bike."

Civata Giştî ya KCD'ê bi beşdariya 501 delgeyan destpê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak got, "Ji bo aştiyeke mayînde divê Birêz Ocalan azad bibe. Ocalan nebe kes nikare li Tirkiyeyê aştiyê mayînde bike."

Civata Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê destpê kir. Tevî Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle, Selma Irmak û 501 delegeyên KCD'ê, siyasetmedarên HDP û DBP'yî jî tevlî bûn. Civata Giştî ya wê 2 rojan dewam bike, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku ji ber pêvajoya hilbijartinê civîna xwe taloq kiribûn. Irmak anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re dîwarên li pêşiya Kurdan hilweşiyane û got: "Pêşiya hêzên li gorî berjevendiyên xwe Kurdistan tarûmar dikirin hat girtin. Kurd li Rojhilata Navîn bûn navenda çareseriyê. Sedema êrîşên li hemberî Kurdan tên kirin, ev e. Hemû hêzên li Rojhilata Navîn aştî û azadiyê naxwazin êrîşê li Kurdan dike."

'LI ROJAVA DAIŞ, LI BAKUR JÎ AKP HAT ŞIKANDIN'

Irmak da zanîn ku serketina Kobanê moral û hêz da hemû Kurdistanê û serketina HDP'ê ya hilbijartinê berdewamiya Şoreşa Rojava ye û wiha axivî: "Çawa bi destê DAIŞ'ê êrîşê li Kobanê dikin li Bakurê Kurdistanê jî bi destê Partiya Hur Dava dixwazin hemû êrîşan bikin. Êrîşên li Giyadîn û Amedê berdewamiya van hêzan e. Bila ti kes me weke zarok nebîne. Li piştî van êrîşan AKP, DAIŞ û Îran heye." Irmak bilêv kir ku bi serketina li Rojava re pişta DAIŞ'ê hat şikandin û li Bakurê Kurdistanê jî bi serketina HDP'ê re pişta hikûmeta AKP'ê hatiye şikandin. Irmak destnîşan kir ku êdî siyaseta Kurd li Tirkiye û Rojhilata Navîn rolekî mezin dilîze.

'BÊYÎ OCALAN LI TIRKIYEYÊ AŞTÎ MAYÎNDE NABE'

Irmak bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axaftina xwe dewam kir: "Aktorê destketiyên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê Birêz Ocalan hînê tê ragirtin. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin kampanyayekhat destpêkirin, lê ev gelek bi kêm ma. Hevdîtina girtiyan bi malbat û parêzerên xwe re, mafekî herî xwezayî ye. Ji bo aştiyekî mayinde divê Birêz Ocalan azad bibe. Eger Mandela nebûya di nava gelên Afrîkayê de ti kesî aştî pêk nedianî. Heman tişt ji bo Ocalan jî derbasdar e û bêyî Ocalan li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde ne pêkan e."

'GELÊN KURDISTANÊ Û ROJHILATA NAVÎN DI NAVA AGIR DE NE'

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî diyar kir ku hêzên emperyalîst ji bo destketiyên Kurdan tine bikin êrîşan dikin, lê şervanên Kurd li hemberî van êrîşan bi berxwedaneke mezin bersivê didin. Dîcle anî ziman ku gelên Rojhilata Navîn di pêvajoyekî gelek krîtîk re derbas dibin û wiha axivî: "Rojhilata Navîn û Kurdistan ji salên 1990'an heya niha di nava agirê şer ê ku tê gotin Şerê 3. ê Cîhanê de ye. Ev şer di nava 4-5 salan de xilas nabe. 25 sal in dewam dike û wê şer hêj jî bidome." Dîcle da zanîn ku li Rojhilata Navîn hişmendiyek û xeteke nû derket pêş û pêşengê vê xetê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: "Êrîşên ewqas hovane pêk tên ev e. Eeger DAIŞ neba wê hêzekî din êrîş kiriba. Wê hêzekî wisa afirandiban."

'DIVÊ KIRYAR LI DADGEHÊN MAFÊN MIROVAN BÊN DARIZANDIN'

Dîcle bilêv kir ku li Amedê bi "Konferansa ji nû ve avakirina Kobanê" re xwestin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji bo pêvajoya avakirinê û melzemeyên pêwîst derbas bibin bê vekirin û wiha pê de çû: "Lê Tirkiyeyê ev derî venekir. Ji ber naxwaze Kobanê ji nû ve bê avakirin. Azadkirina Girê Spî Kobanê ji dîlgirtina Tirkiyeyê hat xilaskirin. Yên ev yek hezm nekirin dest bi êrîşan kirin. Yên digotin 'YPG/YPJ ji DAIŞ'ê xirabtir e' kiryarên van êrîşan nebin çi ne? Helbet wê derbikeve holê ka ji sînor re derbas bûn an na. Lê niha ya li ber çav û teqez Tirkiyeyê kiryarê vê komkujiyê ye. Tenê şermezarkirina komkujiyê têrê nake. Kê piştgirî da DAIŞ'ê û kîjan welat piştgiriyê dide. Divê ev bê zelalkirin. Divê kesên ev komkujî kirin li dadgehên mafên mirovan bên darizandin."

'DEWLET JI PÊVAJOYÊ REVIYA'

Dîcle bal kişand ser civîna Heyeta Îmraliyê ya li Dolmabahçeyê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li Tirkiyeyê yekemîn car e heyeta ku Serokatiyê temsîl dike bi rayedarên dewletê re di nava wêneyekî de cih girt. Lê di 5'ê Nîsanê de Erdogan û hikûmetê ev yek înkar kirin û ji pêvajoyê reviyan. Em li bendê ne ku tecrîda li ser Serokatiyê rabike û şertên serokatî azad bibe pêk bîne. Îro bi rewşa heyî re pêvajo nayê berdewamkirin."

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel jî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê şermezar kir û got ku êrîş li hemberî hemû gelên Rojava pêk hatin. Tûncel da zanîn ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Civata Giştî bi nîqaşên delegeyan dewam dike.