Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat, bi daxuyaniyekê komkujiya DAIŞ'ê ya anî serê sivîlan lanet kir û bang li rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku lêpirsînê vekin. Bûrkan El Firat nerazîbûn nîşanî AKP'ê da û destnîşan kir ku wê têkoşîna wan dewam bike.
Daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat bi vî rengî ye:
"Welatiyên bajarê Kobanê di sibeha roja pênşemê de çavên xwe li ser komkujiyeke herî qirêj a çeteyên DAIŞ’ê vekirin. Ev komkujiya çeteyan qirkirina li dijî zarok, jin, pîr û hemû beşên civakê ye û mînaka wê di dîrokê de tune ye.
Piştî ku hêzên YPG’ê û Bûrkan El-Firat bi alîkariya koalîsyona navnetewî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê serkeftinên mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dest xwe ve anîn û bi taybet rizgarkirina bajarê Girê Spî û gelek gundên girêdayî wê komkujiya çeteyan li dijî welatiyên sivîl ên bajarê Kobanê pêk hat. Ev komkujiya çeteyan bingeha xwe ji helwest û daxuyaniyên kesayet û saziyên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê û Hikûmeta AKP’ê werdigire.
Ji her kesî re diyar ku niha şer û têkoşîn di navbera projeya ku edaleta civakî û çespandina nirxên mirovahiyê li ser bingeha yekîtiya Sûriyeyê û çespandina demokrasiyê ku serkêşiya wê Bûrkan El-Firat bi hevkariya koalîsyona navneteweyî re û aliyên ku hewl didin çanda yekalî û faşist bi beşên wê yên herêmî û hundirîn bi riya terorê de ye.
Hovîtiya çeteyan DAIŞ’ê û kîna wan li dijî welatiyên sivîl ên bajarê Kobanê, nîşana zihniyeta faşist e. ji ber vê yekê divê rêxistinên navneteweyî û Netewên Yekbûyî û hêzên navneteweyî lêkolîn û lêpirsînekê der barê aliyên ku destên wan di vê komkujiyê de hene vebikin û hemû aliyên sûcdar li gorî qanûnên navneteweyî ceza bikin.
Eger armanc ji van komkujiyan têkbirina serketinên Bûrkan El-Firat û hêzên YPG’ê ye û eger dixwazin rê li pêşiya şerê Bûrkan El-Firat li dijî çeteyên DAIŞ’ê û terorê bigirin be, em wekî endamên Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat dibêjin ku ne gengaz e em ji armancên xwe vegerin û em ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin. Komkujiya li dijî welatiyên sivîl asta cudabûna di navbera çeteyên DAIŞ’ê li gel alîgirên wê û projeya niştimanî û demokratîk a hêzên parastina niştimanî ya hemû pêkhateyên Sûriyeyê de diyar dike.
Israra zihniyeta faşîst di komkujiyên li dijî welatiyên sivîl de wê rastî têkoşîna hêzên niştimanî ku jiyana aram hedef digire, were. Em sersaxiya hemû malbatên şehîdan dixwazin. em dîsa soza xwe li ser riya azadiyê dubare dikin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin."