Kobanê bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin

Hêzên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên di 25'ê Hezîranê deli Kobanê komkujî kirin dest bi operasyonê kirin, bajar bi temamî ji çeteyan paqij kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê li gundên li başûrê bajêr operasyonên xwe dewam dikin.

Hêzên YPG/YPJ û Asayîşê yên sê roj in li hemberî çeteyên li Kobanê komkujî kirin operasyonê dimeşînin, li Mektel, Şehîd Moro û Nexweşxaneya Miştenûrê ya weke Dibistana Benîn tê naskirin, 2 rojan dor li çeteyan girtibûn.

Di encama tevgera îro danê sibehê de, çeteyên ku rê nedîtin ji Nexweşxaneya Miştenûrê derkevin, xwe teqandin. Dûre hêzên YPG/YPJ û Asayîşê, taxên Şehîd Moro û Mektel ji çeteyan paqij kirin. Li gorî vê yekê, ji saet 12:00 û pê ve bajar bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.

Ji 70 çeteyên xwe berdan nava bajêr, 60 çete hatin kuştin.

Li bajêr xebatên lêgerînê dewam dikin. Li gundên bajarê Kobanê jî, hêzên operasyonê yên YPG/YPJ'ê derketine operasyonê û gundan ji çeteyan paqij dikin.