Koçberên ji Hesekê li Dirbêsiyê têne pêşwazîkirin

Sazî û dezgehên sivîl ên Dirbêsiyê û bi alîkariya hêzên Parastina Cewherî û hêzên Asayîşê pêşwaziya koçberên taxên Neşwa Şerqî, Neşwa Xerbî û Xiwêran ên Hesekê dikin û wan bicih dikin.

Sazî û dezgehên sivîl ên Dirbêsiyê, bi alîkariya hêzên Parastina Cewherî û hêzên Asayîşê pêşwaziya koçberên taxên Neşwa Şerqî, Neşwa Xerbî û Xiwêran ên Hesekê dikin û wan bicih dikin.

Bi sedan koçberên taxên Neşwa Şerqî, Neşwa Xerbî û Xiwêran ên Hesekê berê xwe dan bajarê Dirbêsiyê. Saziyên civaka sivîl û bi alîkariya hêzên Asayîşê û hêzên parastina cewherî koçberan pêşwazî dikin û wan bicih dikin. Koçberên ku piraniya wan jin û zarok in spasiya hêzên hêzên Asayîşê û hêzên cewherî yên Dirbêsiyê ku alîkariya wan kirine kirin.

Endamê hêzên parastina cewherî Hogir Osman diyar kir ku alîkariya koçberan erka wan e û destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêzê alîkariya koçberan bikin û pêdiviyên wan peyda bikin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Hemîd Miîş û endama Yekîtiya Star Şukriya Ebdo jî têkildarî mijarê gotin ku ji destpêka êrîşa çeteyan a li ser Hesekê ew ketine seferberiyê da ku alîkariya koçberên Hesekê bikin û pêdviyên wan peyda bikin û wan li cihekî bi ewle bicih bikin.