‘Dûayên me ji bo xelkê me yê Kobanê ne’

Şaredariya Sûra Amedê bi munasebeta Meha Remezanê ya pîroz xwarineke fitarê da.

Şaredariya Sûra Amedê bi munasebeta Meha Remezanê ya pîroz xwarineke fitarê da. Di fitara ku bi tevlîbûna keyayên gundên navçeya Sûrê, komîsyonên tax û gundan ên cihê xwe di xebatên hilbijartinan de girtibûn, seyda û oldarên navçeyê û gelek xelkên navçeyê pêk hat.

Beriya ku dest bi xwarina fitarê were kirin, çend ayet ji Qurana  pîroz hatin xwendin û piştre jî Hevşaredarê Sûrê Seyid Narîn, Parlamentera HDP Çaglar Demîrel, Hevserokê navçeyê yê DBP’ê Alî Şîmşek axivîn.

Di hemû axaftinan de li ser êrîşa hovane ya ku beriya 2 rojan li dijî Kobanê pêk hat hate rawestîn û ev êrîşa hovane û alîgirên wan hovan hatin şermezarkirin û lanetkirin.

Seyid Narîn di axaftina xwe de girîngiya yekîtî û hevrêziya Kurdan anî ziman û got ku dijminên Kurdan tu caran ferqê naxin nava Kurdan û êrîşê dibin ser hemû destketiyên Kurdan. Narîn got: “Ew çeteyên hov nabêjin ew Kurd kî ye ji ku ye, nabêje ew zarok e, jin e, ciwan e, îxtiyare, madem ku Kurd e ew yek bes e. Ji bo wan hemû hovîtiyên xwe bi serê vî gelî de bînin.

Lewre Kurd jî divê tev bi tifaq û yek dil û yek can tevbigerin û rê nadin van hovan ku zilm û zora xwe berdewam bikin.”

Seyid Narîn, encamên hilbijartinan û serketina HDP bibîr xist û wihd dewam kir: “Para herî mezin a van hilbijartinan ked û xebata we ye hevalno ku we di hemû dema hilbijartinan de xebateke bêhempa meşand.”

Ji bo komkujiya dawî ya ku li Kobanê jî hate kirin Narîn bang li hemû gelê Kurd kir ku her yek çi bikeve ser milê wî bike û divê gelê Kobanê bi tenê neyê hiştin.

Narîn bang li seydayan û gelê Kurd ê bawermend jî kir û şehîdên Kobanê di vê Meha Remezanê de her bi dûayên xwe bibîr bînin.

Narîn di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji hemû gelê Kurd re xwest û komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya ku li Kobana berxwedêr pêk anî şermezar û lanet kir.  

...