Hejmara qurbaniyên li Kobanê gihîşt 201 kesan

Hejmara sivîlên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê li navenda bajêr û gundê Berx Botanê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 201 kesan.

Hejmara sivîlên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê li navenda bajêr û gundê Berx Botanê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 201 kesan.

Li gorî agahiyên ANHA’yê ji nexweşxaneya gerok a Kobanê bidest xistine, hejmara welatiyên ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî bajarê Kobanê û gundê Berx Botan jiyana xwe ji dest dane derket 201 kesan. Piraniya qurbaniyan jin û zarok in.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku hejmara birîndaran jî gihiştiye 249 kesan.