Meclîsa Zagonsaz bang li civaka navneteweyî kir

Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê bang li Meclîsa Ewlekariyê û Komeleya Giştî yên Neteweyên Yekbûyî, her wiha hemû parlamenterên cîhanê kir ku ji bo dawî li komkujî û koçberkirina welatiyên Rojava helwesta xwe nîşan bidin

Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê bang li Meclîsa Ewlekariyê û Komeleya Giştî yên Neteweyên Yekbûyî, her wiha hemû parlamenterên cîhanê kir ku ji bo dawî li komkujî û koçberkirina welatiyên Rojava helwesta xwe nîşan bidin û hesab ji çeteyan û welatên ku piştgiriya wan dikin û di serî de Tirkiyeyê bipirsinMeclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê der barê êrîşên li kantonên Cizîrê û Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li Meclîsa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û hemû parlamenterên cîhanê kir ku bê deng nemînin û hesab ji çeteyan û aliyên ku piştgiriya wan dikin bipirsin.

Daxuyaniya Meclîsa Zagonsaz wiha ye: “Li Sûriye di çend salên dawiyê de şerekî desthiladariyê yê dijwar di navbera rejîmê û muxalifên wê de rû dide. Gelê Sûriyeyê jî bi hemû pêkhateyên wê yên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Turkmen, Asûrî û hemû mezhebên olî dibin qurbanên şer û pevçûnan.

Em wekî Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku nûnertiya hemû netewe û mezhebên Kantona Cizîrê dikin, bang li Meclîsa Ewlekariyê û Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, hemû parlamenterên cîhanê, meclîsên zagonsaz û komeleyên mafê mirovan dikin ku mudaxele bikin da ku dawî li êrîşên ku gelê me pêre rû bi rû dimînin bînin. Da ku dawî li komkujî û koçberkirina bi plankirî û sûcê li dijî mirovahiyê bînin. Sûcên ku bi destê çeteyan  tê kirin bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê û Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê pêk tê. Tirkiye û Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê çapemeniyê xistine dewrê û bi awayekî zelal û vekirî doza qetilkirina Kurdan dikin. Bi vê yekê dixwazin tevliheviyê di navbera pêkhateyên kantona Cizîrê ku hêzên YPG/YPJ’ê, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Senadîd û Artêşa Azad  parastina wan dikin der bixin.

Komkujiya ku li Kobanê bi destê çeteyên DAIŞ’ê hate kirin jî bi piştgiriya Tirkiyeyê ku hemû plan û zagonên navneteweyî binpê dike, sînorê xwe ji çeteyan re û piştgiriya hewayî jî dan wan. Bi vê yekê çeteyan li Kobanê komkujî pêk anîn û bi sedan welatiyên sivîl qetil kirin. Li aliyê din jî bajarê Hesekê ev çend roj in rastî êrîşan tê. Bi hezaran kes koçber bûn, her wiha çeteyên DIAŞ’ê welatiyan li ber çavê hêzên rejîmê qetil kirin. Hêzên rejîmê jî şûna ku parastina welatiyan bike taxan bombe dike û di encamê de bi sedan welatî hatin qetil kirin.

Em wekî Meclîsa Zagonsaz a Katnona Cizîrê di dema ku em êrîşên têne kirin û sûcê li dijî mirovahiyê lanet dikin em bang li Civaka Navnetewî dikin ku erka xwe ya parastina gelan pêk bînin û hesab ji kujeran bipirsin, her wiha pişgiriyê bidin hêzên YPG/YPJ’ê ku hemû pêkhateyan diparêzin da ku Sûriyeke demorkatîk û aştî ava bikin.

Di heman demê de em bang li saziyên peywendîdar dikin ku bi awayekî lezgîn alîkariya koçberên ku ji ber êrîşan koçber bûne bikin. Em hemû cîhana azad û rêxistinên navnetewî dixin ber berpirsyariyên wan ên dîrokî da ku komkujiyên bi vî rengî dubare nebin.ˮ