Zêdeyî 300 malbatên Hesekê hatin Dêrikê

Bi sedan malbatên bajarê Hesekê ku ji ber şer û pevçûnên di navbera çeteyên DAIŞ‘ê û hêzên rejîma Baes malên xwe terk kirin û koçî Dêrikê kirin.

Bi sedan malbatên  bajarê Hesekê ku ji ber şer û pevçûnên di navbera çeteyên DAIŞ‘ê  û hêzên rejîma Baes malên xwe terk kirin û koçî Dêrikê kirin.

Ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên Rejîmê û  çeteyên DAIŞ‘ê ku çend roj in li bajarê Hesekê dewam dike, bi hezaran welatiyên bajar ber bi Amûdê, Qamişlo, Serêkaniyê, Til Temir û Dêrikê koçber bûne. Şêniyên Dêrikê jî zêdeyî 300 malbatên koçber pêşwazî kir û wan li gundê  Girê Reş ê herêma Girkê Legê bi cih kirin û wê piştî kampa Roj bê amadekirin koçberan di wir de bi cih bikin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Gel a herêma Koçerat a Dêrikê Jiyan Hemdo da zanîn ku komîteyên taybet amadekirina vekirina kampê dikin û got: “Wê hemû koçberên bajarê Hesekê di wê qampê de bêne bicihkirin.ˮ

Nûnerên Rêxistina Alîkariyên Mirovî ya Rojava û Heyva Sor a Kurdî serdana koçerên ku li gund hatine bi cih kirin, kirin û alîkariyên wan ên jiyanî û tenduristî pêşkêş kirin.