Yuksekdag: AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi komek wekîl re hat sînorê Kobanê û got: "AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye.Li dijî ciwanên Kurd operasyonan pêk tîne lê li dijî çeteyan heta niha ti operasyon pêk neaniye."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi komek wekîl re hat sînorê Kobanê û daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku êdî ev rastî wekî ku îdîa ye bilêvkirin nerast e û wiha bal kişand ser: "AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye. Ez binê vê yekê xêz dikim. Li dijî ciwanên Kurd operasyonan pêk tîne lê li dijî çeteyan heta niha ti operasyon pêk neaniye."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê bi komek wekîlên HDP'ê re hat sînorê Kobanê yê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Yuksekdag têkildarî rewşa dawî de hin hevdîtin kirin li Girê Newroz ê li hemberî Kobanê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerên HDP'ê Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Leyla Guven, Îbrahîm Ayhan, Ziya Çalişkan, Gulser Yildirim, Huda Kaya, Fîlîz Kerestecîoglu û Meral Daniş Bestaş jî bi Yuksekdag re hatin. Gelek welatî jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Piştî rêzgirtinê Yuksekdag axivi û diyar kir ku êrîşên pêk hatin li hemberî destkeftiyên gelê kurd e. Yuksekdag anî ziman ku kesên serkeftin hezm nekirin bi awayekî plansazî êrîş kirin û wiha got: "Em li hemberî kesên bi namerd êrîş kirin bi awayekî durust serkeftin bi dest xist. Gelê me ev serkeftin heq kir. Ev serkeftin weke şîrê dayîka me ji bo me helal e. Lê yên li hemberî me zilmê dikin dê heram be."

Yuksekdag da zanîn ku li Kobanê û kantonên Rojava gel û berxwedêr têkoşîna rewa dikdin û wiha axivî: "Kesên li Rojava xwestin bi hevre û di nava aştiyê de bijîn li hemberî barbar û hovan parastina axa xwe kirin. Ji vê yêkê mezintîrîn maf heye? Gelê me li Kobanê bi bawerî û hêzê berxwedêran li hemberî hêzên tarî yên desthilatdariya Tirkiyeyê piştgiriyê didê qezenc kirin. Serkeftina Kobanê hilberîna vê rewatiyê ye. Tu kes nikare vê yêkê bi propagandeyên qirêj bigire. Berxwedana ronî ya li Kobanê bû ewlehiya hemû têkoşînên li hemberî hêzên tarî. Ji ber vê yêkê yên serkeftina Kobanê hazm nekin her roj bi çekan, bombeyan û derewan dixwazin rojê reş bikin. Gotinek heye Roj bi heriyê nayê girtin. Yên derewan dikin dê di nava derewên xwe de bixeniqîn. Berxwedêrên YPG û YJP'ê li Kobanê û Girê Spî serkeftin. Ji lehengên ev serkeftin pêk anîn hezar silav."

'DIVÊ HIKÛMET PYD'Ê SPAS BIKE'

Yuksekdag bilêv kir ku yên ji mirovahiyê fêm bikin û ji serkeftina keyfxweş bin, dijminê mirovahiyê nebin û ji xwînê xwe xwedî nekin ji ber PYD'ê çeteyên DAIŞ'ê têk birin divê keyfxweş bin û wiha pê de çû: "Hikûmeta Tirkiyeyê li şuna PYD'ê pîroz bike û spasiyên xwe bike gotin 'PYD ji DAIŞ'ê taluktir e' Ewqas ji nirxên mirovahiyê dûr ketine. PYD li sînorê Tirkiyeyê nûnerê berxwedan hemû gelan e. Em spasiyên xwe li wan dikin. Bijî PYD."

'HEKE PYD NEBE NAVENDÊN TIRKIYEYÊ DI EWLEHIYÊ DE NABE'

Yuksekdag di berdewamiya axaftina xwe wiha got: "Heke têkoşîna mirovahiyê ya hêzên PYD, YP û YPJ'ê ya li Girê Spî û Rojava neba tenê li sînorê Tirkiyeyê na li navendên Tirkiyeyê jî tu welatî di ewlehiyê de nedibûn." Yuksekdag destnîşan kir ku hikûmeta jî vê yêkê baş dizane û heke îro Rojava neba cihê êrîşê lê bikin dê Tirkiye ba û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Me heya niha hişyar kirin. Em digot çete ji aliyê Tirkiye û hin hêzên din ve tên xwedîkirin û piştevaniya wan tê kirin. Di dema me ev yêk got bi hêrs derketin pêşberî me gotin, 'Na me piştgiriyê nadinê' Duh we nedigot, 'PYD ji DAIŞ'ê taluktir e' Gelo ev gotina we piştgirtiya çeteyên DAIŞ'ê kir nîn e? Li hemberî kurd û PYD'ê alîgiriya çeteyên DAIŞ'ê dikin."

ÊŞA TÊKÇÛNA 7'Ê HEZÎRANÊ DIXWAZE BI ŞER BIKEWÎNE

Yuksekdag anî ziman ku di nava vê tabloya herî de ew dîsa jî dibêjin aştî û wiha got: "Ger îro li Tirkiyeyê şer tune be sedema wê ew e ku kurd dev ji aştiyê bernadin. Em pêwira xwe dikin, lê pêwirdarên îktidarê pêwira xwe bi cih naynin. Divê êdî bi cih bîn in. AKP fêm kir ku li hûndir êdî siyaseta şer nikare bide meşandin, niha jî li Sûriyeyê di nava şer de ye. AKP êşa têkçûna 7'ê Hezîranê dixwaze bi şer bikewîne."

Yuksekdag da zanîn ku îktidara siyaseî ji destkeftî û jiyana nû ya gelê Rojava tu tiştek fêm nake û wiha dom kir: "Ez bang li hemû gelên li Tirkiyeyê dikim. Îro li Rojava YPG/YPJ û weke partiya siyasî PYD ji bo azadiya hemû gelan têdikoşe. Heta roja duh jî ku gel ji hev dû nefret dikirin îro li gel hevin û rêbazek siyasî ya nû ava kirin."

WE ÇİMA JINÊN TIRKMEN XILAS NEKIR?

Yuksekdag di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku rojnamegerek ku alîgirê DAIŞ'ê ye û tevli bernameyek bûye û ji bo pêşketina YPG/YPJ bide sekinandin bi awayekî derewan weke ku YPG/YPJ amedekariya şer dike nîşan dide û wiha pêda çû: "Dema ku jinên tirkmen ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dihatin revandin û li bazaran weke kole dihatin firotin hûn li ku derê bûn. We çima li hemberî vê rewşê dengê xwe dernedixist. Hêza ku tenê li wan xwedî derket YPG/YPJ bûn."

'QETLÎAM BI AWAYEKÎ PLANKIRÎ PÊK HAT'

Yuksekdag anî ziman ku ew xwedî li berxwedan û jiyana nû ya li Rojava xwedî derdikevin û wiha bi lêv kir: "Ji ber wê jî ev êrîşên hov li hemberî kurdan û Kobanê pêk tê. Piştî êrîşê di hejmara miriyan de hêjî encamek nehatiye diyarkirin, 170 birîndar jî li Riha û Pirsûsê li nexweşxaneyan tên dermankirin. Li gorî şahidên bûyerê tê dîtin ku ev êrîş bi awayekî plankirî pêk hatiye."

'HÛN NIKARIN SER QETLÎAMÊ BIGIRIN'

Yuksekdag da zanîn ku êrîş ji aliyê Murşîtpinarê pêk hatiye û van tiştan got: "Çeteyan bi sedan caran ji Tirkiyeyê derbasû Sûriyeyê bûn. Ev yek bi dîmenan jî derket holê, lê rayedarên Tirkiyeyê ev yek derewandin û ser vê yekê girtin. Li Kaniya Xezalan kampên çeteyên DAIŞ'ê hene. Bila dozger der barê vê yekê de doz veke. Lê tu kes der barê vê yekê de tu tiştek nabêje. Îro jî li hûndirê çavên me mêze kirin û çeteyan tevî bombeyan ji sînor derbas kirin."

'AKP LI PIŞT DAIŞ'Ê YE EV ÎDÎA NÎNE RASTÎ YE'

Yuksekdag anî ziman ku êdî ev rastî wekî ku îdîa ye bilêvkirin nerast e û wiha bal kişand ser: "AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye. Ez binê vê yekê xêz dikim. Li dijî ciwanên Kurd operasyonan pêk tîne lê li dijî çeteyan heta niha ti operasyon pêk neaniye."

Piştî daxuyaniyê Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê çûn ziyareta welatiyên ku di êrîşa çeteyan de birîndar bûn e.