Li Stockholmê DAIŞ û dewleta Tirk hatin protestokirin
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê û di encamê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat protestokirin.
ANF
STOCKHOLM
şemî, 27 pûşperê 2015, 18:31
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê û di encamê de ku bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat protestokirin.
Xwepêşandana saet 15.00’an a li Qada Sergel li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Nûneriya YPG’ê ya Swêdê û rêxistinên civaka sivîl ên Kurd pêk hat. Di axaftinan de, ji êrîşa li ser Kobanê DAIŞ û piştgir û hevkarê wî hikûmeta Tirkiyeyê berpirsyar dîtin û bang li Netewên Yekbûyî û saziyên navnetewî hat kirin ku ji ber vê helwesta wê Tirkiye were şermezarkirin.
Di çalakiyê de alên PKK, KCK, YPG, YPJ, PJAK, PYD û ala Başûrê Kurdistanê û flamayên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hatin hilgirtin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Nûnerê PYD’ê yê Swêdê Şiyar Elî ve hat kirin, Elî da zanîn ku çeteyên DAIŞ yên li dijî gel û mirovahiyê careke din komkujiyeke derveyî mirovahiyê û sivîl kirine armanc pêk anîne.
Ayşe Goktepe ya li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Amara axivî piştî bal kişand ku çeteyên DAIŞ’ê bêyî alîkarî û destekê ji Tirkiyeyê bigirin nikarin komkujiyek wiha mezin pêk bînin, di serî de Yekîtiya Ewropayê bang li tevahî sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku ji ber vê helwesta wê Tirkiye were şermezarkirin, ji bo ku alîkariya ji DAIŞ’ê re bê qutkirin zext li hikûmeta AKP’ê bê kirin