li Amûdê alîkarî li koçberan hat belavkirin

Komîteya pêşwazîkirina koçberan a bajarê Amûdê bi alîkariya Heyva Sor a Kurd û komunan alîkarî li 50 malbatên ji bajarê Hesekê koçber bûne, belav kir.

Komîteya pêşwazîkirina koçberan a bajarê Amûdê bi alîkariya Heyva Sor a Kurd û komunan alîkarî li 50 malbatên ji bajarê Hesekê koçber bûne, belav kirin.

50 malbatên ji pêkhateya Ereb ku duh ji bajarê Hesekê ji ber êrîşên çeteyan û şerê di navbera wan û rejîmê de hatine Amûdê, li dibistanan hatin bicihkirin. Piştî bicihkirinê Komîteya pêşwazîkirina koçberan a bajarê Amûdê bi alîkariya Heyva Sor a Kurd û komunan alîkarî li malbatan belav kirin.

Alîkarî ji madeyên xwarinê, alavên paqijiyê, pêwîstiyên zarokan, betanî û hesîran pêk tên.