Şaredariyên Kantona Cizîrê xebatên xwe nirxandin
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê, bi tevlîbûna hevserokên 13 şaredariyên Cizîrê kar û xebatên xwe yê 2 mehan nirxandin û plansaziya dema pêş derxist.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê civîna şaredariyan a asayî ku 2 mehan carekê tê lidarxistin, pêk anî. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlan û Girkê Legê hat lidarxistin û Serokê Desteyê Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Jozef Lehdo, Cîgira wî Sema Begdaş û Hevserokên 13 şaredariyên Kantona Cizîrê tevlî bûn.
Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, piştre jî raporên du mehan ên kar û xebatên şaredariyan û astengiyên hatine jiyandin hatin xwendin.
Piştre Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Jozêf Lehdo kar û xebatên şaredariyan nirxandin û got: “Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, ji her kesî tê xwestin ku li gorî derftên xwe xizmeta civakê bikin, hemû meclîsên me nû hatine avakirin, divê em li hemberî hemû astengiyan bisekinin.”
Hevserokên şaredariyan jî di civînê de xebat nirxandin û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya civînê de ev biryar hatin girtin:
– Temîrkirina hemû rêyan.
– Peydakirina sarîncên avê ji bo herêmên ku di demên dawî de hatine rizgarkirin ên wekî Til Hemîs, Til Birak, Girê Sipî.
– Sererasatkirina hemû bîrên ku ji ber teqînan hatine xerakirin.
– Sererastkrina boriyên avê li hemû herêm û gundan.
– Komîteyên jinan ên şaredariyan wê parkan vekin û navên têkoşeran li wan bikin.