Bûldan: Divê Tirkiye DAIŞ’ê 'rêxistina terorîst’ îlan bike

Parlamentera HDP’ê Bûldan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî bal kişand ser êrîşên li hember Kobanê û got: “Divê Tirkiye derkeve DAIŞ'ê weke rêxistina terorê îlan bike. Eger vê neke berpirsiyarê komkujiyan e."

Parlamentera HDP’ê Bûldan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî bal kişand ser êrîşên li hember Kobanê û got: “Di êrîşa li hemberî Kobanê de tiliya Tirkiyeyê heye. Divê Tirkiye derkeve DAIŞ'ê weke rêxistina terorê îlan bike. Eger vê neke berpirsiyarê komkujiyan e."

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteyî de aqubeta Selahattîn Akbulut ê sala 1995'an hate windakirin pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin. Dayikên Şemiyê di çalakiyê de li aqûbeta leşkerê bi navê Osman Karadenîz ê 16 rojin winda ye pirsîn û gotin bersiva rayedaran daye malbata Karadenîz dane hemû malbatên windayan.

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya hefteyî ya 535'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û hatin windakirin hatin hilgirtin. Kesên tevlî çalakiyên bûn bi singê xwe ve kokarta "Li ber xwe bide Kobanê" daliqandin û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya Kobanê şermezar kirin.

Di çalakiya hefteyî de aqûbeta Selahattîn Akbulut ê  21'ê Hezîrana 1995'an li gundikê Mehmetşîrvan ê gundê Kenhizirkan a Bîsmîlê ya Amedê ji aliyê kesên sivîl ve hat girtin û careke din ti agahî jê nehatin girtin pirsîn.

LI AQÛBETA LEŞKERÊ WINDA PIRSÎN

Keça Fehîm Tosun Besîma Tosun di çalakiyê de axivî û diyar kir ku 16 rojin ti agahî ji leşkerê bi navê Osman Karadenîz nayê girtin û divê demildest rayedar têkildarî mijarê  daxuyaniyekê bidin.

Birayê Hasan Ocak Huseyîn Ocak jî bal kişand ser rewşa leşkerê bi navê Osman Karadenîz û wiha got: "Bersiva rayedaran daye Osman Karadenîz bersiva heya niha daye me hemûyan e. Divê devlet daxuyaniyê bide."

'ÊRÎŞA KOBANÊ KEZEBA ME ŞEWITAND'

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan jî diyar kir ku xizmên windayan weke her hefte vê hefteyê jî gelek xemgîn in û êrîşên Kobanê kezeba hemû kesî şewitand. Bûldan bang li Tirkiyeyê kir ku têkildarî êrîşa Kobanê de daxuyaniyê bide û wiha axivî: "Di êrîşa li hemberî Kobanê de tiliya Tirkiyeyê heye. Divê Tirkiye derkeve DAIŞ'ê weke rêxistina terorê îlan bike. Eger vê neke berpirsiyarê komkujiyan e."

Biraziya Selahattîn Akbulut Hatîce Baran diyar kir ku dema mamê wî revandin ji xwîşka xwe re got, "Dibe ku careke din venegerim."

Endama ÎHD'ê Aylîn Hacaloglu çîroka Selahattîn Akbulut vegot. Hacaloglu diyar kir ku li gundikê Mehmetşîrvan ê gundê Kenhizirkan ê Bîsmîla Amedê ji aliyê 5 kesên sivîl ve bi zorê ji malê derxistin û li wesayîta Toros a spî siwar kirin û birin. Hacaloglu da zanîn ku ji ber Akbulut cerdevanî qebûl nekir gelek caran hat binçavkirin û îşkence dît.