Kosret Resûl: Kobanê keleha serbilindahiya Kurdan e, nakeve

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî komkujiya çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê li sivîlan kir, şermezar kir. Resûl got, "Berxwedana Kobanê nîşan daye ku gelê Kurd bi çi rengî berxwedêr e û serê xwe li ber ti hêzeke dagirker natewîne.

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew li cem gelê Kurd in. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mixabin terorîstan û hêzên tarî careke din êrîşî Kobanê ya berxwedêr kirine û ji ber gelek teqînan gelek welatiyên me şehîd ketine û birîndar bûne. Ez vê êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dikim, ji xizmên şehîdan re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazim.

Di dema bihurî de Kobanê bi lehengî û berxwedêriya xwe re bû nîşaneya berxwedan û lehengiyê û cîhan hemû li pêşberî wê matmayî ma. Vê rewşê nîşan da ku gelê Kurd çiqasî berxwedêr e û serî li ti hêzên dagirker natewîne. Ji ber vê yekê dikarim bi misogerî bêjim, ku Kobanê ji van êrîşan gelekî zêdetir xurt e, berxwedêr e û wê serî netewîne. Kobanê her tim keleha serbilindiyê ya Kurdan e, nakeve.

Bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê, saziyên alîkariyê yên neteweyî û navneteweyî dikim ku bi lezgînî alîkariya însanî û tenduristiyê bigihînin gelê Kobanê."