KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê 42 sîvîl hatin qetilkirin
Li Kobanê hejmara qurbaniyên ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de jiyana xwe ji dest dane derket 42 kesan û hejmara birîndaran bû 55. Operasyona şervanên YPG/YPJ’ê û hêzên Asayîşê didome.
-
-
HDP'ê malbata li binê kon dijî ziyaret kir
Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Wanê, malbata Guler a ji ber erdheja sala 2011'an xaniyê wan ê kirê hilweşiya û ev 4 sal in di binê kon de dijî, ji bo destekkirinê ziyaret kir.
-
-
-
Ji Baroya Amedê belavoka li ser êrîşa DAIŞ'ê
Serokatiya Baroya Amedê, der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî sivîlên li Kobanê de belavokek weşand. Di belavokê de hat ragihandin ku yên nikarin xwe li serketina gelê Kurd rabigirin, êrîşî sivîlan kirine.
-
-
DBP û KJA bang li gel kirin: Biherikin ser sînorê Kobanê
DBP û KJA’yê bang li gel kirin, ji bo pêşî li çeteyan bê girtin ku ji Tirkiyeyê nikaribin derbasî Kobanê bibin, biherikin ser sînor û bibin mertalên zindî. Di daxuyaniyan de desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê hat şermezarkirin.
-
DAIŞ li Reqayê Kurdan qetil dike
Çeteyên DAIŞ'ê, gule li Kurdên hewl didan ji Reqayê birevin reşandin. Di êrîşê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 9 kes bi giranî birîndar bûn.
-
-
Çeteyan xwe spartin leşkerên Tirk
Ji çeteyên DAIŞ’ê danê sibehê ketin nava Kobanê û êrîşî sivîlan kirin, 3 çete ji dorpêça hêzên YPG’e reviyan û xwe spartin leşkerên Tirk.
-
-
-
2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan
Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 2 endamên wan di 23’yê Hezîranê de dema êrîşî navendeke çeteyên DAIŞ’ê kirine, jiyana xwe ji dest dan
-
-
-
-
Li Dêrsimê tevgera leşkerî
Ji duh bi şev û vir ve li Dêrsimê tevgera hewayî heye. Li ser rêya Dêrsim-Erzînganê polîs bi maşînên zirxî disekinin.
-
Prof. Dr. Moradî: Yarsanî di bin zexteke giran de ne
Prof. Dr. Gelmorad Moradî diyar kir ku Yarsaniyên li Îranê neçar in di bin zexteke giran de baweriya xwe veşêrin û bi vî rengî bijîn. Prof. Dr. Moradî destnîşan kir ku hewl tê dayîn çand û baweriya Yarsaniyan ji holê bên rakirin.
-
-
Li Kobanê şerê dijwar
Hêzên YPG/YPJ'ê yên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê dest bi operasyonê kirin, li 4 nuqteyên cuda dor li çeteyan girtin. Şerê li herêmê dewam dike. Hat ragihandin ku ji ber êrîşên çeteyan herî kêm 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
-
Li Hesekê şerê dijwar
Li Hesekê, şerê di navbera leşkerên rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de, ji duh êvarê û vir ve bi dijwarî dewam dike.
-
-
-
Şîdeta polîsan a li Wanê çû ber destê dadgeriyê
Malbata Tûrgût a li taxa Sûphan a Wanê dijî, ji be serdegirtina nîvê şevê, şikandina deriyê mala wan û pêkanînên xerab ên polîsan, li Dozgeriya Komarê ya Wanê giliyê polîsên wezîfedar kir.