2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 2 endamên wan di 23’yê Hezîranê de dema êrîşî navendeke çeteyên DAIŞ’ê kirine, jiyana xwe ji dest dan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 endamên wan ên bi navên Ebdilkerîm Mihemed Hiso û Macid Kemal Bera di 23’yê Hezîrana 2015’an de li bajaroka Silok dema bi erka xwe radibûn û êrîşî navendeke çeteyên DAIŞ’ê kirin, jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku herdu endamên hêzên Asayîşê ji destpêka xebatên rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê ve bi rûhekî fedekar û niştimanî tevdigeriyan û erka xwe pêk dianîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew wekî hêzên Asayîşê di kesayeta herdu têkoşeran de bejna xwe li hemberî hemû cangoriyên riya azadiyê ditewînin û sersaxiya malbatên her du têkoşeran dixwazin. Her  wiha soza şopandina rêya têkoşeran jî hate dayîn.