Prof. Dr. Moradî: Yarsanî di bin zexteke giran de ne

Prof. Dr. Gelmorad Moradî diyar kir ku Yarsaniyên li Îranê neçar in di bin zexteke giran de baweriya xwe veşêrin û bi vî rengî bijîn. Prof. Dr. Moradî destnîşan kir ku hewl tê dayîn çand û baweriya Yarsaniyan ji holê bên rakirin.

Prof. Dr. Gelmorad Moradî diyar kir ku Yarsaniyên li Îranê (Ehl-î Heq, Yarêsanî) neçar in di bin zexteke giran de baweriya xwe veşêrin û bi vî rengî bijîn. Prof. Dr. Moradî destnîşan kir ku hewl tê dayîn çand û baweriya Yarsaniyan ji holê bên rakirin.

Beşeke girîng a Yarsanî û Êzidiyên ji ber baweriya xwe li zext û êrîşan rast tên, ji bo karibin hebûna xwe bidomînin neçar man xwe li welatên cuda yên Ewropayê bigirin.

Moradî di konferansa li Enstîtuya Kurd a Stockholmê de diyar kir ku baweriya Ehl-î Heq, di sedsala 7'an a dema dagirkeriya Ereban a Rojhilata Navîn de hebû û destnîşan kir ku nîşaneyên felsefeya vê baweriyê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e.

Prof. Dr. Moradî da xuyakirin ku civata Kurd a ji baweriya Yarsanî, yek ji gelên herî kevin ê herêmê ye, xwedî çandeke dewlemend e û anî ziman ku gelek delîl hene nîşan didin ku Newroz beriya Farsan ji aliyê Kurdan ve hatiye pîrozkirin.

Moradî diyar kir ku beriya niha bi 4 û 5 sed salî, bi hezaran malbatên Kurd ji Anatoliyê neçar hatin hiştin koçî Xorasanê bên kirin û beşek ji van mirovên bi zaravayê Kurmancî dipeyivîn, hatine asîmîlekirin. Moradî da zanîn ku asîmîlasyonê li parçeyên cuda yên Kurdistanê li ser gelê Kurd rê li ber encamên gelekî neyînî vekiriye.

'YÊ ZIMANÊ XWE WINDA BIKE, NASNAMEYA XWE JÎ WINDA DIKE'

Moradî destnîşan kir ku di navbera ziman û nasnameyê de têkiliyên yekser û zexm hene û anî ziman ku kîjan mirov dibe bila bibe, pêwîste mirovên dûrî xaka xwe dijîn xwedî li zimanê xwe derkevin. Moradî got, "Yê zimanê xwe winda bike wê nasnameya xwe jî winda bike. Wê neyê zanîn ku ji kîjan netewe, ji kîjan gelî ye."

Prof. Dr. Moradî bibîr xist ku ew li hin zanîngehên Elmanyayê dersa bi zaravayê Kurmancî dide, li ser zaravayê Goranî pirtûkek nivîsandiye û diyar kir ku bi tenê di 20 rûpelên pirtûkê de nirxandinên wî hene, yên mayî bi temamî ji çavkaniyên zanistî wergirtiye û di pirtûkê de têkiliya di navbera zaravayê Goranî û Yarasaniyan de hatiye nirxandin.

PIRANIYA 4 MÎLYON YARSANIYAN LI ÎRANÊ DIJÎN

Moradî da xuyakirin ku bawerî û felsefeya Yarsanî li gorî bawerî û olên din kêm tê zanîn, di vê mijarê de çavkaniyên nivîskî gelekî kêm in û anî ziman ku piraniya 4 mîlyon Yarsaniyan li Îranê dijîn. Moradî diyar kir ku li Pakîstan, Hîndîstan, Lubnan û Bakurê Kurdistanê jî beşek kêm a Yarsaniyan hene.

Prof. Dr. Moradî da zanîn ku di sedsala 7'an a dema belavbûna ola Îslamê li Rojhilata Navîn de, Kurd xwedî baweriya Zerdûşt bûn, lê belê piştî têkçûna Împaratoriya Sasanî ya Îranê piraniya herêmên Kurdan ketine bin kontrola Ereban, tevî vê eykê jî Kurd û Lûriyên li Îranê Misilmantî red kirine û ji bo parastina baweriya xwe bi sedan salan li dijî Ereban li ber xwe dane û Ereban jî nekarîne berxwedana Kurdan a ji bo parastina baweriya xwe, bişikînin.

ALIYÊN DIŞIBIN HEV ÊN BAWERIYA YARSANÎ, ZERDÛŞTÎ, BÛDÎZM, HÎNDÛÎZM Û ELEWÎTÎ

Prof. Dr. Moradî da xuyakirin ku di roja îro de, piraniya wan Kurd, bi qasî 4 mîlyon bawermendên Ehl-î Heq ku Azerî, Ereb û Fars jî di nav de hene, li Îranê dijîn û anî ziman ku ji ber baweriya 'ruh bi bedeneke din re ji nû ve tê ser rûyê erdê (reankarasyon), baweriya Yarsanî dişibe baweriyên Zerdûştî û Bûdîzmê.

Moradî diyar kir ku wî pirtûka xwey a li ser dîrok û felsefeya Yarsaniyan di sala 1999'an de nivîsandiye û li Swêdê hatiye çapkirin û bi mînakên şênber, aliyên dişibin hev ên baweriya Yarsanî û olên din vegot.

Baweriya Yarsanî bi vaftîzê re dişibe Xiristiyaniyê, bi sunetê re dişibe Yahûdîtî û Misilmantiyê, bi girîngiya dide xwezayê re dibişibe Êzidîtî û Zerdûştiyê, bi reankarasyonê re dişibe Bûdîzm û Hîndûîzmê, bi wekheviya jin û mêr re dişibe Elewîtiyê. Prof. Dr. Moradî destnîşan kir ku Yarsanî mîna Elewiyan li ber amûrên muzîkê semahê digerînin û îbadeta xwe dikin.

...