HDP'ê malbata li binê kon dijî ziyaret kir
Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Wanê, malbata Guler a ji ber erdheja sala 2011'an xaniyê wan ê kirê hilweşiya û ev 4 sal in di binê kon de dijî, ji bo destekkirinê ziyaret kir.

Hevserokên HDP'ê yên Wanê Derya Hayva, M. Veysî Dîlekçî û rêveberên bajêr, malbata Guler a xaniyê wan ê li taxa Halîlaga ya navçeya Îpekyolûyê ji ber erdhejê hilweşiya û bi 6 ferdên malbatê re ev 4 sal in di binê kon de dijî, ziyaret kirin.
Hayva di dema serdanê de ragihand ku piştî erdheja li Wanê, ti pirsgirêkên erdhejzedeyan nehatiye çareserkirin û got, "Em ê bi derfetên xwe re hewl bidin birînên erdhejê bipêçin. Gelê Wanê piştî erdhejê bi qedera xwe re rû bi rû hat hiştin. Erdhejzede mûxatab nabînin. Weke partî ji bo çareseriya pirsgirêkên erdhejzedeyan ya ji destê me hat me kir, em ê van hewldanên xwe ji niha û pê ve jî dewam bikin. Em her tim li cem gelê xwe ne. Em ê hewl bidin pirsgirêkên malbata Guler çareser bikin. Em ê pirsgirêkên erdhejzedeyan bi rêya wekîlên xwe re bixin rojeva Meclîsê. Li aliyekî mirov li qesran dijîn, li aliyê din jî mirov li binê konan. Ev neheqiyeke mezin e. Armanca me ji holê rakirina vê neheqî û bê edaletiyê ye."
Di dema serdanê de ferdên malbata Guler pirsgirêkên lê rast tên anîn ziman û diyar kirin ku serdana HDP'ê ew kêfxweş kirine.