Çeteyên xwe berdan nava Kobanê gelek sivîl qetil kirin

Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê yên ketin nava Kobanê, li her nuqteyên jê derbas bûn gelek sivîl qetil kirine. Çeteyên DAIŞ'ê, di bin dorpêçiya şervanên YPG/YPJ'ê de ne û pevçûn hînê dewam dikin.

Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê yên ketin nava Kobanê, li her nuqteyên jê derbas bûn gelek sivîl qetil kirine. Çeteyên DAIŞ'ê, di bin dorpêçiya şervanên YPG/YPJ'ê de ne û pevçûn hînê dewam dikin.

Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê bi komên biçûk li Qada Azadî, nexweşxaneya Doktorên Sînornenas vekirin, taxa Şehîd Moro, derdora avahiya çand û hunerê û Kaniya Kurdan, ji gelek nuqteyan xwe berdan nava bajêr.

Li gorî agahiyan, çeteyên DAIŞ'ê ji her nuqteyên jê derbas bûn gule li sivîlan reşandin û gelek sivîl qetil kirin. Tê gotin ku hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane, dibe ku zêde bibe.

Hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ'ê hemû nuqteyên çete jê ketin nava bajêr dorpêç kirine û pevçûnên li herêmê dewam dikin. Li Qada Azadiyê û nexweşxaneya Doktorên Sînornenas heta niha 10 çete hatine kuştin.