Hêzên YPG/YPJ'ê yên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê dest bi operasyonê kirin, li 4 nuqteyên cuda dor li çeteyan girtin. Şerê li herêmê dewam dike. Hat ragihandin ku ji ber êrîşên çeteyan herî kêm 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF'ê ragihand, bi qasî 60 çeteyên DAIŞ'ê di ser gundê Helînce yê li eniya Başûr hatin û li ser destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê li herêma Kaniya Kurdan û qada Nexweşxaneya Emel a li ser rêya Başûrê Helebê şer derketiye.
Hat ragihandin ku piştî çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiyeyê ve li nêzî deriyê sînor bi wesayît û motorsîkleta bombebarkirî êrîş kirin, şervanên YPG/YPJ'ê bersiv dan û şerê li herêmê destpê kir, dewam dike.
Çeteyên ji aliyê başûrrojava di ser gundê Minaze de hatin, ketin hundirê lîseyekê. Ev koma çete ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat dorpêçkirin û şerê li vir jî dewam dike.
Hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ'ê li 4 nuqteyan dest bi operasyonê kirine.
Li gorî agahiyên destpêkê di êrÎşan de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, piraniya wan jin û zarok 35 kes birîndar bûne.
Her wiha tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê li eniya Başûr ketine gundê Berxê Botan û gelek sivîl qetil kirine.
Rayedarên Kantona Kobanê, ji bo gel ji şer zerarê nebîne tim û tim banga 'ji malên xwe dernekevin derve' li gel dikin.