Serokatiya Baroya Amedê, der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî sivîlên li Kobanê de belavokek weşand. Di belavokê de hat ragihandin ku yên nikarin xwe li serketina gelê Kurd rabigirin, êrîşî sivîlan kirine û hat xwestin ku li ser agahiyên 'çete di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bûne' lêkolîn were kirin.
Di belavokê de hat gotin, "Ber destê vê sibehê (25.06.2015) saet di 03:00 de ji aliyê koma hov a bi navê DAIŞ'ê ve tê naskirin li hemberî navenda bajarê Kobanê, du êrîşên bombeyî û êrîşên çekdarî pêk anîn. Li gorî agahiyên destpêkê ji ber van êrîşan 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes birîndar bûn. Ji ber vê komkujiyê, em êşa gelê xwe parve dikin."
'YÊN XWE LI SERKETINÊ RANEGIRTIN ÊRÎŞÎ SIVÎLAN KIRIN'
Di belavokê de hat ragihandin ku komên barbar ên 3 sal in li Şengal û Rojavayê Kurdistanê bi hovane êrîşên komkujiyê dibin ser gelê Kurd, êrîşên xwe dewam dikin û hat gotin, "Ev barbarên xwe weke 'Misilman' bi nav dikin, di meha Remezanê ya pîroz de jî li hemberî gelê sivîl ê Kurd ê Misilman komkujiyan dike. Van hovan beriya niha bi demekê li mîtînga HDP'ê ya Amedê hwl da bi hezaran mirovên me yên bêguneh qetil bikin. Hêzên nikarin xwe li serketina gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê (Kobanê û Girê Spî) rabigin, ev hov bi ser gelê sivîl ve dehf dan."
'DIVÊ TIRKIYE DAXUYANIYÊ BIDE CIVAKÊ'
Baroyê diyar kir ku pêwîste îdîayên dibêjin 'Êrîşkar di ser Tirkiyeyê der derbasî Kobanê bûne û êrîş kirine' ji aliyê meqamên edlî û îdarî ve werin lêkolînkirin, di vî warî de daxuyaniyek ji civakê re bê dayîn û got, "Bi bîr û baweriya ku ev hovîtî wê bi dawî bibe û divê destek ji têkoşîna rewa ya gelê Rojava re bê dayîn, em ji gelê Kobanê re sersaxiyê dixwazin."