DBP û KJA bang li gel kirin: Biherikin ser sînorê Kobanê

DBP û KJA’yê bang li gel kirin, ji bo pêşî li çeteyan bê girtin ku ji Tirkiyeyê nikaribin derbasî Kobanê bibin, biherikin ser sînor û bibin mertalên zindî. Di daxuyaniyan de desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê hat şermezarkirin.

DBP û KJA’yê bang li gel kirin, ji bo pêşî li çeteyan bê girtin ku ji Tirkiyeyê nikaribin derbasî Kobanê bibin, biherikin ser sînor û bibin mertalên zindî. Di daxuyaniyan de desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê hat şermezarkirin.

DBP: DIVÊ GELÊ ME BIHERIKE SER SÎNOR

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê banga ‘bibin mertalên zindî’ kir. Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek bang li gel kir ku biçin sînorê Kobanê-Pirsûsê û anî ziman ku ji bo çûyîna ser sînor wê wesayît ji ber avahiya DBP'ê bi rê bikevin.  Şîmşek diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê azadkirina Girê Spî hezm nekiriye û di ser Tirkiyeyê re êrîşê Kobanê kirine û got: "Em baş dizanin ku paqijkirina Kaniya Xezalan û gelek deverên din ji çeteyên DAIŞ’ê, gelek aliyan aciz kiriye. Ev nerehetî jî veguheriye êrîşê."

Hat diyar kirin ku Kobanê ji bo gelê Kurd xeta sor e û hat destnîşankirin ew ê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin. Şîmşek got: "Em gelê Amedê vexwendiyê sînor dikin. Gelê Amedê di pêvajoyê berê de jî gelê Kobanê bi tenê nehişt. Em bang li her kesî dikin ku biherikin sînor. Divê tenê bi şermezarkirinê nemînin û biherikin ser sînor."

KJA:DIVÊ EM PÊŞÎ LI KOMKUJIYÊ BIGIRIN

Kongreya Jinên Azad (KJA) li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û hewldana êrîşkirinê daxuyanî da çapemeniyê. KJA'yê bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşan biçin ser sînor û bibin mertalên zindî. Endama KJA'yê Sûltan Şaman diyar kir ku ev saleke Tirkiye piştgiriyê dide çeteyan û vê piştgiriya xwe didomîne.

Şaman da zanîn ku hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide tola serketina hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Girê Spî hilde û got: "Eger êrîş bi vî awayî bidome wê gelek sivîl jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo pêşiya komkujiyê were girtin divê her kes têkeve nava liv û tevgerê. Çawa ku tevgera jinan, ciwan û gelê Kurd bi berxwedana xwe pêşî li êrîşên li Kobanê girtin, divê gelê me dîsa biçe ser sînor û li hemberî van êrîşan bisekine."

Şaman bang li her kesî kir ku biçin Kobanê û hemû rêyên Kobanê bigirin. Şaman anî ziman ku Tirkiye bi zanebûn rê ji çeteyan re vekiriye û diyar kir ku li hemberî van êrîşan divê her kes bibe mertalê zindî. Şaman destnîşan kir ku weke KJA'yê ew ê bernameyekê amade bikin û di çarçoveya vê bernameyê de biçin ser sînor.