Rûniştina doza Tûncel lê tê darizandin hat taloqkirin
Doza Hevberdevka HDK'ê Tûncel ji nû ve lê tê darizandin li Edliyeya Stenbolê dewam kir. Tûncel diyar kir ku li Tirkiyeyê bêbaweriyeke cidî li hemberî edaletê heye û xwest, beraet bibe.

Piştî ku cezayê 8 sal û 9 mehan bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel hat birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn û li ser vê yekê ji nû ve darizandinê destpê kir.
Rûniştina dozê li 10. Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê pêk hat. Ji bo destek ji Tûncel re were dayîn Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu, parlamenter Huda Kaya, Sezaî Temellî û Fîlîz Keretecîoglû jî li rûniştinê amade bûn.
Tûncel di axaftina xwe ya li rûniştinê de diyar kir ku biryar siyasî ye, bal kişand ser bêbaweriya li edaletê û xwest bê beraetkirin.
Heyeta Dadgehê biryar da dosya teblîxî meqama îdîayê bê kirin û Tûncel ji rûniştinan rizgarbûyî be. Heyeta dadgehê rûniştin ji bo 30'ê Hezîranê taloq kir.
KOMKUJIYA DAIŞ'Ê ŞERMEZAR KIR
Tûncel piştî rûniştina dozê daxuyaniyek da çapemeniyê, bal kişand ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya danê vê sibehê di ser Tirkiyeyê re li hemberî Kobanê pêk anî û got, "Em der barê mijarê de ji AKP, Davûtoglû û Serokkomar li benda daxuyaniyekê ne. Di 7'ê Hezîranê de gelan ji bo aştiyê deng bikar anîn. Gelan di 7'ê Hezîranê de ji polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Rojhilata Navîn re gotin 'êdî bes e'. Ji desteka AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê re, ji zilma DAIŞ'ê re gotin bes e. Em rayedarên Tirkiyeyê hişyar dikin. Polîtîkaya xwe ya li hemberî Rojava di ber çavan re derbas bikin. Şoreşa Rojava ne li hemberî gelên Tirkiyeyê ye, bi kêrî gelên Tirkiyeyê, bi kêrî gelên cîhanê û nirxên mirovahiyê tê."
Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" bi dawî bû.