Ji ber Tirkiyeyê nehişt derbas bibe jinekê jiyana xwe ji dest da

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê gundan Hêse yê ser bi bajarê Reqayê kirin. Jineke li vir bi giranî birîndar bû, ji ber demeke dirêj li ber Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan hat sekinandin û destûra derbasbûnê nehat dayîn, jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşa danê sibehê ya li hemberî Kobanê, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê Hêse yê Reqayê kirin, ku şêniyên wê Kurd in. Ji ber êrîşê 3 jê zarok 7 kes bi fîşekan birîndar bûn û xizmên wan ew anîn Girê Spî.

Li dû mudaxleya destpêkê ya li Girê Spî, ji bo derbasî Tirkiyeyê werin kirin anîn ber Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan, lê belê rayedarên Tirk destûra derbasbûnê nedan birîndaran. Ji ber vê yekê, ji birîndaran jina bi navê Ahmed Bozo ya 35 salî jiyana xwe ji dest da.

Li ser nerazîbûnan, birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.

DAIŞ GEF LI GUNDIYAN XWAR

Hat ragihandin ku beriya niha çeteyên DAIŞ'ê gefa terikandina gund li gundiyan xwaribûn û beriya bikevin gund bi çeka bi tîpa Kanas gule li gundiyan reşandine. Gundiyan diyar kirin ku DAIŞ'ê gefa komkujiyê li wan xwariye.