Li Kobanê 42 sîvîl hatin qetilkirin

Li Kobanê hejmara qurbaniyên ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de jiyana xwe ji dest dane derket 42 kesan û hejmara birîndaran bû 55. Operasyona şervanên YPG/YPJ’ê û hêzên Asayîşê didome.

Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA’yê ji Kobanê ragihandine ku li bajarê Kobanê piraniya wan jin û zarok bi giştî 22 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane û 55 kes birîndar bûne. Li aliyê din jî hin malbatên ku çarenûsa wan ne diyar hene.

Li gundê Berx Botan a Kobanê jî îro çeteyan zêdeyî 20 sîvîlan qetil kirin û bi vê yekê hejmara qurbaniyên ku di encama êrîşa çeteyan a îro li ser Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest dane jî derket 42 kesan, hejmara birîndaran jî 55 kes e.

Şervanên YPG’ê û hêzên Asayîşê operasyona paqijkirinê didomînin, hêzên YPG’ê hin nuqteyên ku çete têde bicih bûne paqij kirine û di encamê de zêdeyî 11 çete hatine kuştin.