BI DÎMEN

Gerîlayên Rojhilatî: Divê gelê Rojhilat di berxwedana Şengalê de cih bigire

Gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê yên di berxwedana Şengalê de cih digirin destnîşan kirin ku divê gelê li Rojhilatê Kurdistanê bên Şengalê û cihê xwe di nava berxwedanê de bigire.

Tevlîbûna gerîlayên ji çar parçeyên Kurdistanê li berxwedana Şengalê, dewam dike. Gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê yên di berxwedana Şengalê de cih digirin destnîşan kirin ku divê gelê li Rojhilatê Kurdistanê bên Şengalê û cihê xwe di nava berxwedanê de bigire.

Çeteyên DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kiribû û piştî vê êrîş û komkujiyê gerîlayên HPG û YJA Starê bi hawara gelê Şengalê ve hatibûn. Di operasyona rizgarkirina Şengalê de ku ji 3'ê Tebaxê û vir ve ev 11 meh in dewam dike, gerîlayên ji çar parçeyên Kurdistanê cih digirin. Gerîlayên li çeperên herî pêş ên Şengalê ji bo azadî û hebûna civata Êzidî şer dikim, destnîşan dikin ku ev komkujî li hemû gelan hatiye kirin.

Egîd Berxwedan ê ji Kerkûkê hatiye û di berxwedana Şengalê de cih digire got, "DAIŞ'ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir. Wê demê jî ez di nava berxwedna Kerkûkê de bûm. Min xwest di nava berxwedana Şengalê de cih bigirim û niha ji bo parastina vê xakê li vir im. Ji bo min ti cudahî di navbera cihekî Kurdistanê de nîne. Mûsil, Kerkûk, Şengal ti cudahî di navbera van de nîne. Ji ber vê yekê, em li ser bingeha parastina gelekî hatim vê derê. Bi dîtina min divê gelê li Rojhilatê Kurdistanê tevlî berxwedana li Şengalê bibe. Ji ber ku her bawerî, gel û ol ji bo me pîroz e. Lewma bi taybetî bang li ciwanên Rojhilatî dikim. Werin em bi hev re dijmin ji bajarê pîroz Şengalê derxînin."

'DIVÊ LI TEVAHIYA KURDISTANÊ BERXWEDAN WERE NÎŞANDAN'

Gerîlaya YJA Starê Viyan Apoyî Bawan a ji bajarê Ûrmiyeyê anî ziman ku li hemberî fermana bi serê Şengalê de hatî ew niha li Şengalê ne û got, "Ev 7 meh in em li navenda bajarê Şengalê ji bo civata xwe ya Êzidî li ber xwe didin. Çawa ku gerîlayên HPG û YJA Star cihê xwe di vê berxwedanê de digirin, divê hemû gel jî tevlî vê berxwedanê bibin." Bawan diyar kir ku gelê li Rojhilatê Kurdistanê ne tenê li Rojhilat divê li tevahiya Kurdistanê, bi taybetî jî li Şengalê li ber xwe bide û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 'DAIŞ li ku bi pêş ve biçe, divê hûn li wir wan bişikînin' destnîşan kir. Bawan got, "Li ser gotina Rêber Apo, divê gelê Rojhilat jî cihê xwe di nava vê seferberiyê de bigire."

'ARMANCA DAIŞ'Ê TINEKIRINA HEMÛ OL Û GELAN E'

Gerîlayeke din a ji Rojhilatê Kurdistanê Têkoşer Dalaho jî daxwaza xwe ya ji bo cihgirtina di berxwendana Şengalê de bi vî rengî anî ziman: "Piştî ku ferman bi ser gelê me yê li Şengalê re rabû, ez jî hatim Şengalê û min xwest cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirim. Gelê me yê li vir hat qetilkirin, esîr hat girtin. Piştre jî bi destwerdana gerîla re, di nava şert û mercên zehmet de berxwedan hat nîşandan. Armanca DAIŞ'ê tinekirina gel û olan bû. Lê belê li cem me rewş ne bi vî rengî ye. Her ziman, her nîjad, her ol cuda ye; lewma divê ji hemûyan re hurmet were nîşandan. Ez weke mirovek ji Dalahoyî li vir im."

Dalaho banga tevlîbûnê li ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê kir û got, "Ev komkujî li hemû gelan hatiye kirin. Êrîşek li dijî çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê her kes cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigire."

'BERXWEDANA ŞENGALÊ BERXWEDANEKE PÎROZ E'

Gerîlayê ji Salmasê Ferzat Aware jî anî ziman ku ew cihêkariyê naxin navbera ziman, ol û cihan û destnîşan kir ku neheqî û bindestekî li ku hebe, divê ew li wir têbikoş in. Aware got, "Bi qasî saleke di nava berxwedana Şengalê de cih digirim. Heta niha li Şengalê şerekî giran rû da û hînê rû dide. Sedema berxwedana me ya li vê derê ev e: Hînkirina nasname û Kurdatiya xwe ya ji vî gelî re karê esasî bû. Di destpêkê de dema em hatin vê derê, em li hin zehmetiyan rast hatin. Ne me civata li vir baş nas dikir ne jî wan em baş nas dikir." Ferzat Aware destnîşan kir ku ji ber vê yekê berxwedana li Şengalê berxwedaneke pîroz e.

...