Şîdeta polîsan a li Wanê çû ber destê dadgeriyê

Malbata Tûrgût a li taxa Sûphan a Wanê dijî, ji be serdegirtina nîvê şevê, şikandina deriyê mala wan û pêkanînên xerab ên polîsan, li Dozgeriya Komarê ya Wanê giliyê polîsên wezîfedar kir.

Malbata Tûrgût a li taxa Sûphan a Wanê dijî, ji be serdegirtina nîvê şevê, şikandina deriyê mala wan û pêkanînên xerab ên polîsan, li Dozgeriya Komarê ya Wanê giliyê polîsên wezîfedar kir.

150 polîsên ser bi Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê, bi îdiaya ku bombeyê tê çêkirin, bi ser mala malbata Tûrgût ve girtin. Di serdegirtina li taxa Suphan hat kirin de, tîmên tevgera taybet yên bi maske, kesên li malê bûn li erdê dirêj kirin û şîdet li wan kirin. Bi hinceta ku li malê bombe tê çêkirin, serdegirtin pêk hat û di lêgerîna ku hat kirin de ti delîleke bibe sûc nehat dîtin.  Her wiha di serdegirtinê de Çîgdem Tûrgût jî ji guhê xwe yên rastê birîndar bû. Malbata Tûrgût li ambulansê geriya û polîsan xwest ku bi malbatê re  rapora 'rastî pêkanînên xerab nehatine' bide îmzekirin. Lê tevî hemû zextên polîsan, ferdên malbatê rapora polîsan îmze nekirin. Çîgdem Tûrgût a di dema bûyerê de birîndar bû, li nexweşxaneyê rapora hatiye derbkirin girt. Piştî bûyerê Mîkaîl Tûrgût çû Dozgeriya Komarê ya Wanê û bi hinceta ku rastî pêkanînên xerab hatine giliyê polîsên wezîfedar kir.

QURANA KERÎM AVÊTIN ERDÊ

Mîkaîl Tûrgût der barê şîdeta li wan hat irin de agahî da û got: "Şevek berê saet di 02.00’an de nêzî 150 polîs bi hinceta ku li malê bombe tê çêkirin, bi ser mala me de girtin. Kulm li bavê min yê 70 salî xistin. Kirin congan û li pişta wî xistin. Xwişka min a 19 salî dema bavê min dît, giriya û ber bi wî ve çû. Polîsan bi paşê çekê li pişt guhê wê xist.  Dayika min Qurana Kerîm di destê wê de bû û ji wan re got bes e.  Lê polîsan Qurana Kerîm avêtin erdê."

'ME ÎŞKENCE BIR BER DESTÊ DADGERIYÊ'

Tûrgût da xuyakirin ku zaroka wî ya 11 mehî ji hembêza wî girtine û 2 metreyî dur avêtine û wiha berdewam kir: “Polîsan berê çekê da sînga min û bi mirinê gef li min xwarin. Polîs hatin ber derî û bi horsan derî şikandin. Her derê mala me bi kûçikan lêgerîn kirin. Mala me serobino kirin. Ji ber Erdogan hilbijartin winda kiriye ev wisa dikin. Me bi şahidan serî li Dozgeriya Komarê dan. Em ê hemû rêyên darazê biceribînin."

...