Ji Rêber Apo re azadî, ji Tirkiyeyê re demokrasî! - Cemîl Bayik

"Ev sê meh in, hevdîtin bi Rêber Apo re, tê asteng kirin. Ev ne tenê tecrîd e; helwesteke li dij gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye jî. Her wiha tê wateya gefxwarin û îlankirina şer a li dij gelê Kurd û Tevgera Azadiyê."

Ev sê meh in, hevdîtin bi Rêber Apo re, tê asteng kirin. Ev ne tenê tecrîd e; helwesteke li dij gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye jî. Her wiha tê wateya gefxwarin û îlankirina şer a li dij gelê Kurd û Tevgera Azadiyê. Ji xwe ev çar sal in, astengkirina hevdîtina wî ya bi parêzeran re, mînakeke din li wê cîhanê tineye. Hevdîtinên bi malbatê re jî tên astengkirin. Gelo ji îlankirina şer a li dij gel û Tevgera Azadiyê pêde tê çi wateyê? Gelê Kurd di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi dayina dengê xwe ji bo HDP’ê xwedî li Rêbertiya xwe derket. Ev tê wateya daxwaza bi sermuzakerevaniya Rêbertiyê re pirsgirêka Kurd li gor xeta neteweya demokratîk û li ser bingehê demokratîkbûna Tirkiyeyê were çareser kirin. Di 7’ê Hezîranê de îradeya gelê Kurd bi piranî xwe nîşan da. Li Kurdistanê ev hilbijartin di asta refandûmekê de pêk hat. Ev referandûm jî daxwaz dike ku di şertê azad de, bi Rêber Apo re muzakere bên kirin û meclîs vê pirsgirêkê di bin ewlehiya destûrî û yasayî de bigihînê çareseriyeke misoger.  

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi zelalî tiştên ku ji bo pirsgirêk bigihije çareseriyê werin kirin raxistibûn ber çavan. Bêyî afirandina şert û mercên azad ên ku Rêber Apo karibe rola muzakerevaniyê bimeşîne, çi were kirin wê encam nede û çareseriya pirsgirêka bi xwe re neyîne. Hevdîtinên ku ji sala 2008’an û vir ve tên kirin vê yekê piştrast dikin. Divê Rêber Apo azad be û bi her kesî re di şert û mercên azad de karibe hevdîtinan bike. Pirsgirêka Kurd tenê bi xistina nava pêvajoyê ya beşên berfireh ên civakê û hêzên siyasî dikare çareser bibe. Cihgirtina hikûmetê ya di nava pêvajoyê de girîng e; lê bi tena serê xwe ne bes e. Ji ber vê yekê Rêber Apo di serî de tevgera wî û gelê Kurd heta ku di şertên azad de bi her kesî re hevdîtan pêk neyîne ne mimkûn e çareserî bi pêş bikeve. Eger li Tirkiyeyê zihniyet û îradeyeke çareseriyê hebe, tişta ku di serî de bike ew e ku mîna sermuzakerevan azadiya Rêber Apo pêk bîne. Heta ev yek pêk neyê nabe ku qala zihniyet û îradeya çareseriyê were kirin. 
Dewleta Tirk, hêzên siyasî yên Tirkiyeyê û hikûmet eger dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, beriya her tiştî divê nêzîkatiya xwe ya ji bo Rêber Apo biguherînin û azadiya wî pêk bînin. Rewşa Rêber Apo ya niha ku ji bo diyalog û hevdîtinên destpêkê ne asteng bû êdî ne ji aliyê gelê me ne jî ji aliyê Tevgera Azadiyê ve nayê qebûl kirin. Eger dewleta Tirk bi Kurdan re li hev bike gava yekemîn a vê yekê divê der barê Rêber Apo de be. Berevajî vê yekê qalkirina çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê ji demagojiyê pê de wê ne tiştek be. Asta em gihiştine jî xwe ev e. 

Dewlet û hikûmeta Tirk hê jî muameleya rehîneyan li Rêber Apo dikin. Rastiya rêbertiya gelekî, rêbertiya ku Tevgera Azadiya Kurd wî mîna sedema şer an aştiyê dibîne li pêşberî me ye. Divê herkes cidî nêzî vê rewşê bibe. Dewlet û hikûmeta ku mîna rehîneyan li Rêber Apo mêze dike, ev yek beriya her tiştî ji bo Tirkiyeyê şaşîtiyeke mezin de ye. Rêber Apo di heman demê de misogeriya yekîtiya navbera geleyan de jî. Bi propogandayên dema şer nêzîkbûna ji bo Rêber Apo wê Tirkiyeyê têxe rewşeke jêneder. 

Li Tirkiyeyê êdî pêwistî bi siyasetmedarên ku gavên bi cesaret diavêjin heye. Yên di pirsgirêka Kurd de gavên bi cesaret û bingehîn nikaribîn biavêjin û bûne esîrê jiberên pêvajoya şer nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin; lewra jî wê nikaribin Tirkiyeyê ji rewşa aloz rizgar bikin. Tenê yên pirsgirêka Kurd çareser bikin dikarin bibin mezinê Tirk ê hezar salan. Ti tevgera siyasî û siyasetmedar îradeya çareseriya vê pirsgirêkê nîşan nede nikarin mezin bibin. Her siyasetmedar ê ku pirsgirêka Kurd çareser neke û ji rewşa şer û pevçûnê vê pirsgirêkê rizgar neke wê mehkûmî qambostî ya dîrokê bibe. 

Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd ji bo vê Rêbertiyê hesas e. Ne polîtîkaya tecrîdê, ne jî mîna rehîneyan girtina wî qebûl nakin. Êdî ji bilî azadiya Rêber Apo ti gavên din ji aliyê gelê me û Tevgera Azadiyê ve wê neyên qebûl kirin. Nêzîkatî û kirinên kevn ne ji aliyê gelê me ne jî ji aliyê Tevgera Azadiyê ve wê bê qebûlkirin. Ti wateya hevdîtinên ku ji çend mehan carekê pêk tên jî ji bo gelê me û tevgera me wateya xwe tine ye. Êdî nayê xwestin ku di şertên esaretê de bi Rêber Apo re hevdîtin werin kirin. Di 7’ê Hezîranê de gelê Kurd û dostên wê ev peyam vekirî dan. Ji ber ku dengên di 7’ê Hezîranê de hatin dayin ji bo Rêbertiyê û projeya wî hatin dayin. 

Ciwanan kampanya azadiya Rêbertiyê dan destpêkirin. Divê ev kampanya hemû beşên civakê bigire nav xwe û mayinde bibe. Ji ber ku heta şert û mercên azadiya Rêber Apo pêk neyên ne pirsgirêka Kurd çareser dibe, ne jî demokratîkbûna Tirkiyeyê dikare pêk were. Eger tê xwestin pirsgirêka Kurd çareser bibe û li Tirkiyeyê demokrasî saz bibe divê hemû hêzên demokrasiyê ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser piyan. Di vê çerçoveyê de daxwaza azadiya Rêber Apo ya ji aliyê Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko û Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen girîng e. Serokê Giştî yê DÎSK’ê bi gotina ku pêwîst e îradeya demokratîk a gelê Kurd li ber çavan were girtin rastî bi hemû zelaliya xwe danî holê. Eger hilbijartin ji bo dîtina îradeya demokratîk a gelan pêk tên; îradeya demokratîk a Kurdan bêyî şik û gumaneke biçûk li holê ye. Ji ber ku di vê hilbijartinê de sekn û helwesta herî zelal gelê Kurd nîşan da; peyama xwe bi rengekî misoger û zelal ragihand.

Hemû gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, ciwan, jin û hemû demokrat divê ji bo Rêber Apo bikevin nava tevgerê, rabin ser piyan; di şexsê azadiya Rêber Apo de demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bînin. 

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat