Alîkara Hevserokên HDP'ê parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş der barê rewşa girtiyên birîndar ên ji Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û mijar xist rojeva Meclîsê, Beştaş pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Kenan Îpek kir.
Beştaş da xuyakirin ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava û Sûriyeyê li girtîgehan jî dewam dikin û got, "Yên li Kobanê li dijî çeteyên tarî DAIŞ'ê, mirovahiyê, jiyanê û rûmetê diparêzin, li Girtîgehên Tirkiyeyê bi aqlê dewleta Tirk 'tên cezakirin'. Yên di têkoşîna jiyan û mirovahiyê ya li Kobanê de birîndar bûn, di sîstema edaleta Tirk de bi awayekî girtî tên darizandin."
Beştaş da xuyakirin ku bi qasî 10 birîndarên rewşa wan giran e, li girtîgeha Osmaniyeyê tên ragirtin û nayên dermankirin.
Beştaş ev pirs li Wezîr Îpek kir:
"Çend kesên di êrîşên DAIŞ'ê de li Kobanê birîndar bûn û ji bo dermankirinê anîn Tirkiyeyê, hatine girtin? Sedema girtina wan çi ye? Tevî ku ev kesên hatine girtin di çarçoveya Qanûna Ceza ya Tirk de ti sûc nekirine, çima hatine girtin? Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?
Yên li Kobanê birîndar bûn û ji bo dermankirinê anîn Tirkiyeyê, çima nayên dermankirin? Ji bo tedawîkirinê, di rewşa heyî de ti hewldan heye?
Çima ev birîndar ji bajarê Rihayê hatin wergirtin û li Girtîgeha Osmaniyeyê hatin bicihkirin? Sedema vê pêkanîna ku mafê hevdîtinê yê malbatan ji holê radike, çi ye?
Çima mafê hevîtina birîndaran bi parêzerên xwe re tê astengkirin?
Ji ber ku piraniya girtiyên birîndar bi Tirkî nizanin, çima alîkariya tecrûman jê re nayê dayîn? Ji bo alîkariya tercûmaniyê ji wan re bê dayîn, ti xebateke we wê hebe?
Girtiyên birîndar çima bi awayekî dest kelepçekirî tên tedawîkirin? Ji bo rakirina vê pêkanîna li dijî mafên mirovan, hûn ê bikevin nav hewldanan?
Der heqê lêgerîna bi tazî, lêdan, îşkence, şopandina 24 saetan a bi kamera û heqareta li girtiyan de, li hemberî rêveberî û personelên girtîgehê ti lêpirsîn hatiye destpêkirin? Ji bo rakirina van pêkanînên li hemberî mirovahiyê, çima gavek bi pêş ve nehatiye avêtin?"