Cerdevanan çav berdan ava gundê Yedî Kardeşler
Li gundê Aladana Yedî Kardeşler ê ser bi navçeya Bedlîs Xîzanê, cerdevanan çav berdan çavkaniyên ava vexwarinê û avdana ereziyan ên gundiyan.
Li gundê Aladana Yedî Kardeşler ê ser bi navçeya Bedlîs Xîzanê, cerdevanan çav berdan çavkaniyên ava vexwarinê û avdana ereziyan ên gundiyan.

Li gundê Aladana Yedî Kardeşler ê ser bi navçeya Bedlîs Xîzanê, cerdevanan çav berdan çavkaniyên ava vexwarinê û avdana ereziyan ên gundiyan. Cerdevanên ku parek ji çavkaniyên dewlemend ên ava gund xwestin, derket holê ku gefa 'ya hûnê avê bidin me yan jî hûnê gundik biterikînin' gef li gundiyan xwarine. Şêniyên gund Bedrettîn Înan û A. Î ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wan serî li gefên cerdevanan netewandine, lewma di 23'ê Hezîranê de ji bo tacîzê cerdevanan gule li wan reşandine. Gundiyan gotin, "Niha jî bo nehêlin em sewalên xwe bidin çêrandin, li zozanan bi çekê nobedê digirin."
GEFA 'YA HÛNÊ AVÊ BIDIN YAN JÎ HÛNÊ GUNDIK BITERIKÎNIN'
Gundê Aladana Yedî Kardeşler ku bi dewlemeniya çavkaniyên xwe yên avê tê zanîn ev çend rojin ji aliyê cerdevanên gundê Yogûrtlû ve ku 25 kîlometreyî dûrî gund e, rastî gef û tacîzê tê. Cerdevanên ji şêniyên gund parekê ji çavkaniyên avê dixwaze, di destpêkê de gef li gundiyan xwarin, dûre jî gule berdan wan. Niha jî ji bo nehêlin gundî sewalên xwe biçêrînin li zozanên ku her gund bi hevparî bikar tînin, bi çekê nobedê digirin.
Şêniyê gundê Yedî Kardeşler Bedrettîn Înan diyar kir ku cerdevan ji bo ku ava vexwarinê ya gund bigirin dest her cureyê zextan dikin û got: "Cerdevanan bêyî agahiya şêniyên gundê Yedî Kardeşler, ji bo çavkaniya ava gundê me bibin gundê Yogûrtlû serî li qeymeqamtiya Xîzanê dane û ev birine îhaleyê. Lê çawa me bihîst, em ketin nav hewldanan. Em hema çûn Qeymeqamtiyê, Midûriyeta Karê Avê ya Dewletê û Îdareya Taybet û me îhale da betalkirin."
Înan da xuyakirin ku piştî vê betalkirinê cerdevanan gef li wan xwarine û got: "Cerdevan bi çekan hatin gundê me. Ji me re gotin 'ya hûnê avê bidin yan jî hûnê gundik biterikînin'. Me ev qebûl nekir. Di şeva 23’ê Hezîranê de gundê me gulebaran kirin. Xwedê kir ku tiştek bi kesî nehat."
'FERMANDARIYA JENDERMEYAN DESTEKÊ DIDIN CERDEVANAN'
Înan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Cerdevan niha li zozanên ku em her du gund hevparî bikartînin, bi çekan nobedê digirin. Me têkildarî mijarê serî li Fermanariya Qereqola Jendermeyan a Xîzanê dan. Fermandarê hat ev rewş bi çavê xwe dît, dest li rewşê werneda. Bi tenê bang li her du aliyan kir ku biçin qereqolê."
'EM BIMIRIN JÎ EM Ê AVA XWE NEDIN'
Şêniyekî din ê gundê Yedî Kardeşler, A. Î jî got: "Av hincet e. Armanca cerdevanan ev e ku çavê gundê me yê welatparêze bitirsîne. Ji ber zexta dewletê em neçar man di 1994’an de koç bikin. Gundê me wê demê ji aliyê leşkeran ve hat valakirin. Sê salan vala ma. Çend sal şûnde em vegeriyan. Me xaniyên xwe dîsa bi destê xwe çêkirin. Me sewalkarî da berdewamkirin. Em avê hem ji bo vexwarinê û hem jî bo avdana ereziyan bikar tînin. Em bimirin jî ava xwe nadin wan."